Ji DOKH’ê bangawazî ji bo Rojava dakevin qadan

Ji DOKH’ê bangawazî ji bo Rojava dakevin qadan

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bang li hemû Kurdan kir ku ji bo Rojava dakevin qadan û xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.

DOKH'ê bi daxuyaniyek nivîskî qetlîamên çeteyên Eniya El Nusra yên li Rojava şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e û hate diyarkirin ku niha tê xwestin ev şoreşa ku ya hemû kesên bindest, baweriyên cuda yên tunehatinehesibandin e, bê fetisandin.

Di daxuyaniyê de gotinên çeteyan yên wekî "Namusa Kurdan helal e" hate bibîranîn û heta gotin ku xwediyê vê zîhniyetê di dîrokê de dê were mehkumkirin. Jinan diyar kir ku AKP çeteyên El Nusra bi rêxistin dike û berdide Kurdan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dixwazin di sedsala 21'an de vejîna Kurdan bifetisînin. Em li ser vî esasî bang li hemû jinan dikin ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.