Ji DOKH’ê bo jinan banga Newrozê
Ji DOKH’ê bo jinan banga Newrozê
Ji DOKH’ê bo jinan banga Newrozê
Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) bi dehezaran jinên daketin qadên 8’ê Adarê silav kir û diyar kir ku, 8’ê Adarê bûye Newroz û Newroz jî bûye 8’ê Adarê û bang kir ku divê jin bi hêzeke mezin tevlî Newroza 2013’an bibe.
DOKH’ê di derbarê pîrozbahiyên 8’ê Adarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Jinên Kurd bi rojan bi ruhê serhildanê daketin qadan û daxwazên xwe yên ‘Ji Ocalan re azadî ji qirkirina jinê re na’, ‘Bila komkujiya Parîsê ronî bibe’ anîn ziman. Bi milyonan jinên kurd bi ruhê azadiyê yê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bûn yek. Erdnîgariya Tirkiyeyê û Kurdistanê ji hêza pêşeng ya demokratîk a sedsala 21’emîn ya jinên Kurd re şahidî kir. Li 150 bajarî çalakiyên 8’ê Adarê pêk hatine. Bi dehezaran jin ji bo Cansiz herikîn Dêrsimê. Komplo carek din şermezar kirin e û hesab pirsîne. Li ser vî bingehî em serhildan jinên Dêrsimê û dayikên Roboskê slav dikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, dê girêdayê têkoşîn û bîranîna jinên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bibin û got: “Şoreşa jinên herêm ya 8’ê Adarê taybetiya pêvajoyê da qezenckirin. Rastiya ku 8’ê Adarê bûye Newroz, Newroz bûye 8’ê Adarê pêk hat. Bi ruhê divê hemû jin bi ruhê berxwedanê tevlî Newrozê bibe.”