Ji doza KCK’ê ya Amedê tenê 10 kes serbest hatin berdan

Ji doza KCK’ê ya Amedê tenê 10 kes serbest hatin berdan

Di rûniştina doza siyasetmedarên kurd a sereke ya bi navê "KCK'ê" ya Amedê de di nav de Firat Anli jî heye 10 siyasetmedarên kurd serbest hatin berdan. Rûniştin taloqî 6'ê gulana 2013'an hate kirin.

Di rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin a li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de heyeta dadgehê piştî parastina parêzeran biryara xwe ya têkildarî esasê de aşkera kir.

Di rûniştinê de pêşî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî axivî û diyar kir ku doz li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Îdîanameyê hemû mafên giştî bin pê kirine. Dadgeh jî paketên dadê yên Meclîsê derxistin paşguh dike. Rewşa girtinê bûye sedema neheqi ye. Ev doz dê ji nifşê bê re bibe mijara tezê."

Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî axaftinên Hatîp Dîcle dema wekîlê DEP'ê yên li Meclîsê kirin bi bîr xistin û wiha got: "19 sal şunde heman tişt çêdibe. Mexdurên vê dosyayê tenê kesên li vir girtî ne. Em parêzer jî di dozê de serkeftî nebûn. Bi hatina me ya dozan ev yek rewa bû. Nunerên kurdan li vir 'terorîst' tên îlankirin."

Prz. Meral Daniş Beştaş, jî diyar kir ku îdîaname li dijî usulên ceza ne û wiha got: "Dema siyaset û hiqûq tevlî hev dikin hiqûq winda dike. Ev doz ji vê yekê re mînak e. Di îdîanameyê de kîjan sûcê krîmînal heye? Pirsên tên kirin hemû siyasî ne. Ji ber ku têkiliyên siyasî tên darizandin hemû nirxandin siyasî ne."

'DIVÊ DARIZANDINA ADÎL LI BER ÇAVAN BÊ GIRTIN'

Beştaş, da zanîn ku di dozekî wisa de nizanin dê çawa parastinekî hiqûqî bikin û di şexsê wekîlên girtî de neheqiyê li kesên deng dan wan tê kirin û wiha axivî: "Min paşeroja muwekîlên xwe hesab kir. Pêvajoya girtina muwekîlên min ên niha re bi giştî hezar salan di girtîgehê de mane. Berê kesên bi kurdî diaxivîn cezayê pere lê dihate birîn niha jî kesên dixwazin parastina bi zimanê zikmakî bikin pere ji wan tê girtin. Raman heman e divê bê guherîn."

Prz. Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku dem berê xwe didin rêveçûna dadgehê doz dê dirêj bibe û wiha got: "Ev darizandinekî çawa ye? 4 salin hêj em nehatine nîva darizandinê. Divê heyet darizandina adîl li ber çavan bigire û darizandina bêyî girtinê li ber çavan bigire. Di vê dozê de hemû delîl hatine komkirin. Tu şertên girtinê nemane."

BIRYAR SEAT DI 02.00'AN DE HATE AŞKERAKIRIN

Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê ji bo biryarê bide navber da rûniştinê. Heyeta dadgehê seat di 02.00'an de biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê biryara tahliyeya Firat Anli, Takîbe Turgay, Fadîle Bayram, Ahmet Ertak, Huseyîn Kalkan, Kazim Kurt, Ferhan Turk, Hasan Oner, Aslan Ozdemîr û Abdullah Akengîn da û rûniştin taloqî 6'ê gulanê hate kirin.