Ji doza KCK’ê ya Bazîdê 3 kes serbest hatin berdan
Ji doza KCK’ê ya Bazîdê 3 kes serbest hatin berdan
Ji doza KCK’ê ya Bazîdê 3 kes serbest hatin berdan
Di doza KCK’ê ya Bazîdê de 7 jê girtî 15 kes li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Erziromê hatin darizandin û 3 kes serbest hatin berdan.
Di 7’ê kanûna 2011’an de di çarçoveya operasyonên “KCK’ê” de bi ser şaredarî û gelek malên Bazîdê de hate girtin û der barê 15 kesan de ku jê 7 girtibûn doz hat vekirin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Girana a Erziromê de pêk hat.
Siyasemetdarên kurd yên girtî û ne girtî, xizm û parêzer tevli bûn. Parastin bi alîkariya tercuman hat kirin û siyasetmedaran diyar kirin kul i dadgehê ne şexsiyet sazî û partiyên kurd tên darizandin û wiha gotin: “Tu aliyekî vê darizandinê ya hiqûqî tune. bi giştî siyasiye. Di îdianameyan de ev derketiye holê. ji berk u di îdianameyêde û darizandinê de ne şexsiyet, sazî û partiyên kurd tên darizandin.
Pastinên heta saetên êvarê berdewam kir, heyetê navber da. Piştî nanberê meleyê BADA-Der Adîl Çoban, serokê berê yên BDP’ya navçeya Bazîdê Talat Aktaş û Adem Şahîn serbest hatin berdan.
Dadgehê der barê Cigirê şaredarê Bazîdê Mehmet Babayîgît di çarçoveya xalên TCK 302 û TCK 82-1’ê de bi daxwaza cezayê muebetê, doz taloqî 15’ê Gulanê.