Ji doza 'KCK'ê' ya Bazîdê 4 kes hatin berdan
Ji doza 'KCK'ê' ya Bazîdê 4 kes hatin berdan
Ji doza 'KCK'ê' ya Bazîdê 4 kes hatin berdan
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di 29'ê gulana 2012'an de li hemberî şaredariyê û gelek malan operasyona bi navê "KCK'ê" hatibû lidarxistin û gelek kes hatibûn binçavkirin û girtin. Ji girtiyan 4 kes hatin berdan.
Ji 15 kesên di 29'ê gulana 2012'an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di encama operasyona di bin navê "KCK'ê" de hatin binçavkirin û girtin piştî lêkolîna li ser dosyayê hat kirin 4 kes ji wan serbest hatin berdan.
Endamê Meclîsa Şaredariyê Îbrahîm Demrîdan, Midûrê Karên Avê yê Şaredariyê Yusuf Sogut, Lezgîn Baydak û Fîgen Can ên ku 7 mehin bi sûcdariya "Endamtiya rêxistinê" di girtîgehê de ne û heya niha rûniştina wan nehatiye dîtin serbest hatin berdan.