Ji doza KCK'ê ya Cizîrê kes nehat berdan
Ji doza KCK'ê ya Cizîrê kes nehat berdan
Ji doza KCK'ê ya Cizîrê kes nehat berdan
9'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Meclisa Bajar a Cizîrê ku 32 jê girtî 85 siyasetmedarên Kurd tên darizandin pêkhat. Di rûniştina dozê de tu kes nehat berdan.
9'emîn Rûniştina doza KCK'ê ya Meclisa Bajar a Cizîrê ku 32 jê girtî 85 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêkhat. Rûniştina dozê ku serê sibê destpê kir heta êvarî berdewam kir. Piştî parastina girtiyan û parêzeran daxwazên girtiyan ên berdanê hat red kirin. Heyeta dadgehê bêyî ku siyasetmedaran serbest berde rûniştina dozê taloqî 23'ê Kanûnê kir.