Ji doza ‘KCK’ê’ ya Erdîşê 7 kes hatin berdan

Ji doza ‘KCK’ê’ ya Erdîşê 7 kes hatin berdan

Li navçeya Erdîş ya Wanê operasyona ku di bin navê ‘KCK’ de hate kirin û 7 kes girtî dihatin darezandin, hatin berdan.

Li navçeya Erdîş ya Wanê 15’ê Gulana 2012’an de di bin navê ‘KCK’ de operasyon pêkhat û di derbarê 7 jê girtî 13 kesan de doz hate vekirin û îro li 5’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê sêyemîn rûniştin pêkhat.

Di rûniştinê de parêzeran ji ber dirêjbûna wextê muwekîlên wan, daxwaza berdanê kirin. Heyeta dadgehê jî biryara berdana 7 kesan da. Doz hate taloqkirin.