Ji doza “KCK'ê” ya Meletiyê 3 kes serbest hatin berdan

Ji doza “KCK'ê” ya Meletiyê 3 kes serbest hatin berdan

Ji doza KCK'ê ya Meletiyê ji 10 kesên girtî 3 jê serbest hatin berdan.

Rûniştina doza KCK'ê ya Meletiyê ya 10 jê girtî 11 kesên ku di 19'ê Hezîrana 2012'an de hatin girtin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Meletiyê hat dîtin. Rûniştina doza 11 kesên ku di nav de Hevserokên BDP'ê yên Meletiyê Gaffar Bayram û Zehra Goçen, Serokê BDP'a Navçeyê Ali Eren, Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen'ê Ali Piro û rêveberê îHD'ê Hikmet Kapanci jî heye 10 kesên girtî berdewam kir.

Di rûniştinê de 5 kesan bi kurdî parastin kir. Heyetê Rêveberê ÎHD'ê Hîkmet Kapanci, Endamê BDP'ê Kamber Soylemez û Cîgirê Hevserokê BDP'a Meletiyê Zekî Kiliçgedik serbest berdan. Rûniştina dozê taloqî 13'ê Adarê kirin.