Ji doza KCK'ê ya Mêrdînê 2 kes serbest hatin berdan
Ji doza KCK'ê ya Mêrdînê 2 kes serbest hatin berdan
Ji doza KCK'ê ya Mêrdînê 2 kes serbest hatin berdan
Rûniştina doza KCK'ê ya Mêrdînê ku di nav de Parlamentera BDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ji heye 22 kes tên darizandin hat ditin. Heyete di rûniştina îro de 2 kes serbest berdan.
17'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Mêrdînê ku Parlamentera BDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî di nav de jê 10 girtî bi tevahî 22 kes tên darizandin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Di rûniştina îro de ji ber Paramenter Gulser Yildırim bi rapor bû tevlî dozê nebû û 7 girtî beşdarî rûniştina dozê bûn. Girtiyê Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê Huseyin Aras ji bi henceta "Ewlehiyê" neanîn rûniştinê.
Piştî tespîta nasnaneyan îdîaname hatin xwendin. Di rûniştina îro de îdîanameyên Hîlmî Oncu û Huseyin Aras hatin xwendin û berdewama girtina wan hat dayîn. Prz. Erdal Kuzu û parastin kir û xwest muwekilê wî Abdurkadir Çugatay ji ber rewşa nexweş serbest bên berdan. Piştî rûniştinê heyetê navber da û derbarê Abdulkadir Çugratay û Genco Akman de biryara darizandina serbest da û serbest berdan. Heyetê rûniştina taloqî 5'ê Nîsanê kir.