Ji doza 'KCK’ê' ya Mêrdînê tenê 2 kes hatin berdan
Ji doza 'KCK’ê' ya Mêrdînê tenê 2 kes hatin berdan
Ji doza 'KCK’ê' ya Mêrdînê tenê 2 kes hatin berdan
2'emîn doza KCK'ê ya Mêdinê ku 8 jê girtî 51 kes tên darizandin pêk hat. Di rûniştinê de 2 kes serbest hatin berdan.
Di salên 2012 û 2013'an de li Mêrdînê operasyonên bi navê "KCK"ê pêk hatin. Di operasyona 2'emin a li Mêrdînê de 51 kes hatin binçavkirin û jê 8 kes hatin girtin.
Rûniştina 2'emîn doza KCK'ê ya Mêrdinê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Rûniştina dozê bi xwendina delîlan berdewam kir û bi parastina parêzeran bi dawî bû.
Piştî navberê heyeta dadgehê der barê endamê Meclisa Bajar a Mêrdînê Tahir Adal Serokê BDP'a Mêrdîn ê berê Abdullah Akikol de biryara berdanê da. Rûniştina dozê taloqî 4'ê Hezîranê hat kirin.