Ji doza ‘KCK’ê’ ya Wanê 7 kes hatin berdan

Ji doza ‘KCK’ê’ ya Wanê 7 kes hatin berdan

Li Wanê operasyonên ku di bin navê “KCK”ê de pêkhatin û derbarê 15 jê girtî 16 siyasetmedarên Kurd de doz hatibû vekirin, 7 siyasetmedar serbest hatin berdan.

Li Wanê sala 2012’an di bin navê “KCK” de operasyon hatin li darxistn û di derbarê 15 jê girtî 16 siyasetmedarên Kurd tên darezandin, di rûniştinê de 7 kes hatin girtin. Serokê berê yê BDP’a Wanê Yaqûb Aktaş, Seroka berê yê Meclisa Giştî ya Bajar Semîra Varli, Hevseroka Berê ya BDP’a Bajar Fewziye Şîran, endamê Meclisa Giştî ya Bajar Senar Elter, ji perwerdevanên Malapiştgiriyê ya Perwerdeyê Meral Gungor, endamê meclisa şaredariyê Adil Adiyaman, Serokê berê yê Elbakê Selahedîn Bozkûrt hatin berdan.

Doz taloqî 22’ê Mijdarê hate kirin.