Wezîra Derve ya DYA’yê aşkere kir ku Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) temsîla muxalefeta Sûriyeyê nake û xwest bê feshkirin. Di polîtîkayê dewleta Tirk ên li Sûriyeyê de KNS xwedî fonksiyona hestiyê piştê ye.
Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ya ku polîtîkayên wê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê arastekirin, dê rojên pêş li Qetar li hev bicive. Lê DYA’yê daxwaza feshkirina konseyê kir.
Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton diyar kir ku KNS’ê nekariye hemû komên muxalîf ên li welêt bîne ba hev û xwest bê feshkirin. Clinton got; "Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê kadroya pêşeng a muxalîfan temsîl nake, divê em vê yekê bi aşkereyî bêjin."
Clinton da zanîn ku divê nunerên muxalefeta Sûriyeyê ji nava kesên ku li eniya şer a cih digirin bêne hilbijartin û got; "Rêberên temsîla muxalefeta Sûriyeyê dikin, her çendî navên baş bin jî, lê divê ji nava kesên 20-30 an jî 40 salan li derve mane neyên hilbijartin. Divê ji nava kesên li eniya şer ji bo azadiyê têdikoşin û şer dikin bên hilbijartin. Divê kadroya bê hilbijartin jî bikare hemû gelên Sûriyeyê biparêze.”