Ji endamê Partiya Azadî îtîrafa civîna Rihayê
Ji endamê Partiya Azadî îtîrafa civîna Rihayê
Ji endamê Partiya Azadî îtîrafa civîna Rihayê
Endamê Partiya Azadî Ela Eldîn Hemam yê ji Kobanê îtiraf kir ku ew di civîna hêzên leşkerî ya li Tirkiyê de nûnertiya Kobanê dikir û got ku nûnerên Kobanê di civînê de ji bo kî rêveberiya deriyê Kobanê bike dudil bûn.
Rayedareke hêzên asayişa Kobanê diyar kir ku endamê Partiya Azadî Ela Eldîn hemam yê ku ji aliyê hêzên wan ve hatibû girtin, îtiraf kir ku ew û kesê bi navê Misteva Bekir, Dektor Bextyar, Xelîl Îsam, Besam Hec Elî û doktor Ehmed Şahîn di civîna li bajarê Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû lidarxistin wek nûnerên Kobanê amede bûn. Her wiha Hemam di îtrafên xwe de got ku civîna Riha ji tabûrên çekdar yên li Babê, Kobanê, Sirîn, Minbic û gundên Helebê re hatibû lidarxistin.
Hemam di îtrafên xwe de da zanîn ku nûnerên Kobanê ji bo rêveberiya deriyê sînor ya Kobanê ku di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de ye li hev nekirin û di mijara rêberiya derî de dudiliya dijiyan.
Têkildarî mijarê rayedarê asayişê destnîşan kir ku wan hinek ciwanên kurd girtine binçavan, di lêpirsînê de îtraf kirn ku kesê bi navê Ela Eldîn Hemam piştî ku ew bi çek kirine berê wan dane kampa leşkerî ya Ra'î ya li herêma Bab a Helebê û li wir perwerde kirne.
Ciwanê bi navê Mistefa Ş. aşker kir ku Ela Eldîn Hemam û Henîf çek dane wan û mehane 200 dolar dê bida wan. Ciwanê bi navê Kawa Ş. yê ji Tabûra Nisûr Kobanê got ku têkiliya wan bi endamê Partiya Azadî yê ku tabûra bi navê Nisûr Kobanê avakir re baş bû.
Kawa aşkere kir ku di destpêkê de hejmara wan 40 kes bûn û hevdîtinên wan di odeya li paş navenda Partiya Azadî de veşrtî dihat lidarxistin.