Ji Ermenîstanê piştgiriya bi Rojava re

Ji Ermenîstanê piştgiriya bi Rojava re

Li paytexta Ermenîstan Erîwanê, bi armanca piştgirîdayîna Rojavayê Kurdistanê, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd daxuyaniyek dan çapemeniyê. 

Di civîna çapemeniyê de, nûnerên saziyên Şewira Gelê Kurd, Kurdistan Komîte, Radyoya Kurdî ya li Erîwanê, Rêya Taze, Meclîsa Jinên Kurd li Ermenîstanê, nivîskar û muxtarên gundên Kurdan amade bûn.

Civîna çapemeniyê ya ji bo piştgirîdayîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê li pêwendiyeke mezin a çapemeniyê rast hat û hejmareke zêde nûnerên çapemeniya Ermenîstanê daxuyanî şopandin. 

Serokê Şêwra Gelê Kurd Kinyasê Hemîd daxuyanî da û êrîşên li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Hemî bibîr xist ku ev 10 rojin êrîşên çeteyan giran bûye û destnîşan kir ku bêdengî xemsariya cîhanê ya li komkujiyan tê wateya alîkarîdayîna komkujiyan.

Hemîd da xuyakirin, ku kuştina Îsa Huso, komkujiya 450 sivîlan, êrîşên çeteyan ên li dijî gelê sivîl û yekîneyên parastinê, girtiya deriyên sînor ên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê, hemû parçeyên konsepteke navnetewî ya li dijî gelê Kurd e û êrîşên tên kirin bi tundî şermezar kir. Serokê Şêwra Gelê Kurd Kinayasê Hemî berxwedana gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê jî silav kir.