Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan dê 30’ê cotmehê tê serdana Almanayyê. Saziyên penaberên Tirkiyeyî yên li Almanyayê xwe ji bo protestokirina Erdogan amade dikin. Beriya serdana Erdogan, Serokê Konseya Ermeniyên Almanyayê Azat Ordukhanyan daxuyaniyek da û diyar kir ku divê ew bi awayek cidî Serokwezîrê Tirk hiyşar bikin.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ji bo serdaneke fermî dê 30-31’ê cotmehê biçe serdana Almanyayê. Erdogan dê beşdarî merasima vekirina li Bayozxaneya Tirk a Berlînê bibe.
Saziyên Kurd, Tirk, Ermenî û Asurî xwe ji bo protestokirina serdana Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan amade dikin.
Serokê Konseya Ermeniyên Almanyayê Azat Ordukhanyan daxuyaniyek da û diyar kir ku divê ew bi awayek cidî Serokwezîrê Tirk hiyşar bikin û banga tevlîbûnê li penaberan kir.