Ji fermandarê PDK'ê gef û heqaret!
Ji fermandarê PDK'ê gef û heqaret!
Ji fermandarê PDK'ê gef û heqaret!
Li Başûrê Kurdistanê, li gef û zextên li hilbijêr û penaberan yeka din zêde bû. Derket holê, yek ji fermandarên PDK'ê yê bi navê Bijar ê ji herêma Sêmalka berpirsyar, roja 6-7'ê Îlonê li gel komek ji pêşmergeyan çûye kampên Girêgevrê û Misrikê û gefa kuştinê li şêniyên xwedî mafê hilbijartinê li vê derê xwariye ku dengê xwe nedin PÇDK'ê.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, Fermandarê PDK'ê yê Herêma Sêmalka yê bi navê Bijar li gel komek ji pêşmergeyan, di 6 û 7'ê Îlonê de li kampên Misrik û Girêgevrê geriya û gel re civîn lidar xist. Hat hînbûn ku kesê mijara gotinê gef li şêniyên kampê xwariye û gotiye, eger ji kampê deng ji bo PDK'ê dernekeve, dê kampê bi serê wan de bînin xwarê û ewê nehêle kesekî bi tenê jî derkeve derveyî kampê.
LI GORÎ FERMANDARÊ PDK'YÎ, TEVGERA GORAN û YEKGIRTÛYÊ ÎSLAMÎ SÎXUR IN
Fermandarê Herêma Sêmalka yê PDK'ê Bijar di civînên xwe yên ji bo şêniyên Misrik û Grêgevrê de, ji bilî PDK'ê hemû partiyên Kurdistanî reş kir û heqaret li wan kir. Kesê mijara gotinê bi taybetî bi gotinên giran PKK, PYD û PÇDK teşhîr kir. Fermandarê PDK'yî di axaftinên xwe de Tevgera Goran weke sîxurê Seddam Huseyîn û Partiya Yekgirtuyê Îslamî jî weke sîxurê AKP'ê tewanbar kir.
Hêzên Asayîşa PDK'ê, her wiha zimanê xwe direjî PÇDK'ê kir û namzetê PÇDK'ê yê Duhokê Dr. Kamûran Berwarî weke ajanê Seddam tewanbar kir.
Bijar îdîa "Me yê Kurdistan ava bikira, lê van partiyan pêşî li me girtin" anî ziman. Ev civînên Bijar di heman demê de weke binpêkirina qanûnên hilbijartinê hat nirxandin ku li gorî van qanûnan hêzên ewlekariyê nikare propaganda hilbijartinê bikin.
Fermandarê PDK'yî yê Bijar berpirsyariya girtina deriyê sînor ê Sêmalka jî axêt situyê PYD û YPG'ê û îdîa kir ku wan dixwestin erzaq bişînin Rojava lê PYD û YPG'ê derî girtine.
Gef û heqaretên fermandarê PDK'yî Bijar li nava kampên Misrik Girêgevrê rê li ber nerazîbûneke mezin a gel vekir.
Li ser nerazîbûna gel, yek ji berpirsyarên PDK'ê Cafer Elînkî civîneke nû çê kir. Elînkî hewl da nerazîbûnan kêm bike û îdîa kir ku eger şêniyên kampê dengê xwe bidin PDK'ê dê biryareke di cih de be.