Ji Fermandariya Biryargeha HPG’ê peyama Newrozê
Ji Fermandariya Biryargeha HPG’ê peyama Newrozê
Ji Fermandariya Biryargeha HPG’ê peyama Newrozê
Fermandariya Biryargeha HPG’ê Newroza 2013’an ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Gelê Kurd, gêrîlayên HPG’ê pîroz kir û got: “Em bi zanabûna berpirsyartiya parastina destkeftiyên niha heyî dibêjîn, em li hemberî bûyerên ku rû bidin amadene û didin diyarkirin ku, çi peywira ku Rêbertiya me bide pêşiya me em amadene bi hêjayî bînin cih.”
Fermandariya Biryargeha HPG’ê bi boneya Newrzoê peyamek weşadn. Di peyama ku Newroza gelê Kurd hate pîroz kirin de, hate diyarkirin ku, ew weke HPG’ê di parastina destkeftiyên Kurdan de li dijî hemû bûyerên ku rû bidin amade ne.
Peyama Newrozê ya Fermandariya Biryargeha HPG’ê bi sernivîsa “Newroza Rizgariya Demokratîk û Azadiya Pîroz Be” wiha ye:
“Cejna berxwedan û Azadiyê Newroz destpêkê bi Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdên şoreşê wateyek nû qezenc kirî, li Rêber Apo, hemû şehîdên Kurdistan û şoreşê, gelê Kurdistanê yê fedekar û malbatên şehîdan pîroz be.
Weke gêrîlayên Kurdistanê gelê Kurd ku bi tekoşîn azadiyê ku hezar salî bi berxwedana xwe nîşanî hemû dost û dijminan daye, her wiha xwendî derketina li Newroza sala 2013’an ya bi şîara “Rizagariya Demokratîk û Pêngava Avakirina Jiyana Azad” ku pir bi wate bûye; em vê îradeya ku helwesta bi biryar û bi rûmet derxistî holê bi rêz silav dikîn.
Em weke HPG didin diyarkirin ku, bi zanabûna parastina destkeftiyên gelê me ku li derdora “Rizgariya Demokratîk û ji Rêber Apo re azadî” bûne yek, dibêjin em dê li hemberî her cûre bûyerên rû bidin amade ne, bi boneya vê Newrozê em bi gelê xwe re parve dikin û aşkera dikin ku, her cûre peywira ku Rêbertiya me dide me em amade ne bi hêjayî bînin cih.
Careke din li ser vê bawerî û biryardariyê cejna Newrozê ya 2013’an li Rêbertiya me, gelê me, şehîdên me; dîsan li hemû rêhevalên me ên li çiyayên Kurdistanê pîroz be.”