Ji Fermandariya HPG’ê ya Herêma Zagrosê der heqê nêçirvaniyê de hişyarî

Ji Fermandariya HPG’ê ya Herêma Zagrosê der heqê nêçirvaniyê de hişyarî

Fermandariya HPG’ê ya herêma Zagrosê diyar kir ku, li herêma Zagrosê li gelek cihan hewldanên nêçirvaniyê hene û got: “ Ev hewldanên nêçirvaniyê bi hemû şêweyan qedexe ne.”

Di daxuyaniya nivîskî ya fermandariya herêma Zagrosê de wiha tê gotin: “ Yek ji rêgezên me yên herî bingehîn ewe, em xweza, bedewî û zindiyên li Kurdistanê biparêzin. Lê belê heya niha li herêma me ya Zagrosê li gelek cihan hewldanên nêçirvaniyê hîna dimeşin. Ev hewldanên  bi mebesta nêçirvaniyê têne kirin, bi hemû şêweyan qedexe ye. Pêwîste kes bi van helwestan nekevin herêmên me.”