Ji Filîpînan ji bo Ocalan peyama piştgiriyê

Ji Filîpînan ji bo Ocalan peyama piştgiriyê

Bi boneya 3yê Berfanbarê Roja Piştgiriya bi Girtiyên Siyasî yên Cîhanê re ez bang li hukûmeta Tirk dikim ku divê ji damezrênerên PKKê Abdullah Ocalan ê ku zêdetirê 13 sal in ji aliyê weke girtî di girtîgehê de tê ragirtin, serbest bê berdan. Piştî ku Ocalan bi rêbazên ne yasayî hate girtin, bi hinceta “koma çete ya çekdar” hate dariandin. Ev stratejî li her çar aliyên cîhanê ji aliyê desthilatiya ve li hemberî karker û beşên din ên civakê yên ku ji bo guhertinê têdikoşin tê bikaranîn.

Ez weke girtiyek berê yê siyasî, ez bi xwe bûm şahidê xirabiyên hukûmeta me ya di bin dîkteya hêza herî mezin a emperyalîst DYAyê de. Sala 2006ê, tevî çar hevalan li Tagaytay Citiyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatim revandin. Piştre îşkence li me kirin, me nekarî em bi xizim, dost û parêzeran re hevdîtin pêk bînin. Rejîma Gloria Arroyo me weke “heydût û komunîstên” ku dixwazin “aramiya dewletê hilweşînin” bi nav kir û pêşkêşê raya giştî kir. Girtina me ya ne yasayî li hemberî hemû zextên komên siyaî yên mafê mirovan ên li welêt û derveyê welêt, zêdetirê 2 salan berdewam kir.

Lê em dizanin ku rêxisitnên me li welatên me daxwazên gel radigihînin. Ez wekî kiştûkalvanekî, piştî ku min perwerdehiya xwe qedand, min biryar da ku ez bibim milîtaneke çalak ê koma gundî ya Katipunan ng mga Samahang Magbubukid sa Timog-Katagalugan (KASAMA-TK). Wê çaxê, min fêm kiribû ku pêwîstiya bi reformên axê yên li ser esasê mafên gundî û gelên din, ji ber berjewendiyên çavbirçîtiya yên patronên xwediyên zeviyên mezin ên di bin navê parastina şîrketên biyanî, yên di nava hukûmetên xwecihî û neteweyî de nakevin meriyetê. Hûn jî vê têkiliya di navbera desthilatî û gel de bi awayeke din li welatê xwe dibînin. Û ev nakokî merca çareseriyeke yekalî jî diafirîne: têkoşîna ji bo demokrasiya neteweyî ya gelan.

Pişt ku ez berfanbara 2011 li Stenbolê beşdarî sempozyoneke li ser îşkence, binçavkirinên keyfî û tecrîdê bûm, şansê min çêbû ku ez bi dost û hevalek re hevdîtin pêk bînin. Min li wir wateya ‘piştevaniya navneteweyî’ zanî.

3yê berfanbara (kanûn) îsal bi boneya Roja Piştevaniya ji bo Girtiyên Siyasî yên Cîhanê re ji bo bihîstyariya li hemberî rewşa girtiyên siyasî û ji bo destekek xurt ji bo kampanyaya îmzeyan a navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî” me bi awayeke hemwext çalakiyên xwendina helbestan li dar dixin. Piştre em ê bi armanca pîrozkirina 64emîn salvegera beyannameya Mafê Mirovan a Navneteweyî, ku meşa Lakbayan ng mga Mamamayan ng Timog Katagalugan Para sa Karapatang Pantao (Ji bo Mafê Mirovan Meşa Gelê Tagologa Başûr) parçeyek ji wê ye di navbera 3-10ê berfanbarê de pêk bînin.

Bi hezaran Filîpînî dê ji herêmên cûda tevlî vê meşa dirêj û zehmet bibin û dê li ber avahiya hukûmetê ya li Manîlayê kom bibin. Em bê awayeke xurt li vir hukûmeta Filîpînî ya Aquino ya ku di warê binpêkirina mafên hemwelatiyan de tu sînoran nas nake, şermezar bikin. Li gorî hejmarên koma mafê mirovan Karapatanê (Yekitiya ji bo Xurtkirina Mafê Gelan) dane, herî dawî li Filîpînê 114 kuştinên bê daraz, 12 windahiyên di binçavan de, 70 îşkence û 224 girtinên ne huqûqî pêk hatin.

Ez û rêxistina xwe KASAMA-TK, ji ber girtina ne yasayî ya we û ji ber binpêirinên mafê mirovan ên li hemberî we nerazîbûn û hêrsa xwe nîşanî Serokwezîrê Tirk Recep T. Erdogan û rayedarên hukûmeta Tirk didin. Heta hûn û hemû girtiyên siyasî yên din ên li cîhanê serbest neyên berdan, em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Hukûmetên me ji hev du ne cûda ne. Em hemû li dijî sîstema kapîtalîst a ku emperyalîzma DYAyê pêşengiya wê dike, têdikoşin. Ji ber vê çendê em ê refên xwe xurt bikin û ji bo em bigihin armancên xwe yekgirtina me bivênevê ye.

Ev peyama min dê ji aliyê mirovên ji neteweyên din ve jî bê xwendin, ez dixwazim bi helbesta xwe ya bi navê “Helbesta Girtiyên Siyasî” dawî li vê nivîsa xwe bînim:

Bi merhemên helbestan bikewîne birînên xwe yên azadiyê!

Parçe parçe bike şibakên hişk ên zîndanê!

Webaya zilmê tune bike!

Rabe, di şevên agir geş dibin de!

Yilweşîne, birûxîne dîwarên bêzê ên zilmê!

Têbikoşe, bi qêrîna têkoşîna azadiyê li dijî hepskirinê!

*Helbestvan, çalak û girtiyê berê yê siyasî yê Filîpînî