Piştî ku Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû ragihand ku wana hemû pêkanînên li hemberî Franseyê rakirine, ji Parîsê nûçeyek ne xweş ji bo Enqereyê hat. Serokkomarê Frensî François Hollande ragihand ku ew dilsozê soza xwe ya beriya niha ji bo pêşnûmeya înkara qirkirina Ermeniyan dabû ye.
Serokkomarê Franse Hollande di daxuyaniya da de diyar kir ku ew plan dikin ku pêşnûmeyek ku dê kesên qirkirina Ermeniyan a di salên 1915-16 de înkar dikin pê were cezakirin, bînin rojeva parlementoyê.
ME DEST JI PÊŞNÛMEYA ÎNKARA QIRKIRINÊ BERNEDAYE
Serokkomar Hollande ji koçika Serokkomartiyê ji ajansa nûçeyan a Fresî AFP’ê re axivî û diyar kir ku wana dest ji pêşnûmeya ku înkara qirkirina Ermeniyan weke sûd dibîne bernedaye.
Pêşnûmeyeke mîn vê, xwediyê heman naverokê, ji aliyê Serokkomarê berê Nicolas Sarkozy ve hatibû destekkirin, bi hinceta ne li gotî Makeqanûna Franseyê ye, ji aliyê Konseya Makeqanûnê ya Franseyê ve hatibû betalkirin.
Konseya Koordînasyona Rêxistiên Ermenî yên li Franseyê, daxuyaniyek weşandin û diyar kirin ku Hollande di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de ji bo vê mijarê soz daye. Konseyê ragihand ku ew ê di meha tîrmehê de biçin serdana Koçika Elise û bi Hollande re hevdîtin pêk bînin.
Li Franseyê komkujiya Almanyaya Naziyan li hemberî Cihûyan pêk anî û komkujiya Împeratoriya Osmaniyan li hemberî Ermeniyan pêk anî, weke “qirkirin” hatiye naskirin.
Qanûna Gayssot a di mijara qirkirina Cihûyan de xwe dispêre biryara Dadgeha Nurnberg a ku Franse bi xwe jî yek ji damezrênerê wê ye.
Her çendî Arjantîn, Belçîka, Kanedar, Îtalya, Rûsya, Almanya, Ûrûgûay qirkirina Ermeniyan qebûl kiribin jî, lê ji bo qirkirina Ermeniyan tiştek wiha tune ye.
Ev daxuyaniyên Hollande tam li dijî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû yên ku hefteya borî tevî Wezîrê Derve yê Franse Laurent Fabius di civîneke çapemeniyê de dabûn e.
Tirkiyeyê ji ber vê pêşnûmeya înkara qirkirinê weke suc dibîne, li hemberî Franseyê dest bi hin pêkanînan kiribû. Vê carê Tirkiyeyê bi rêya Davûtoglû ragihand ku ev pêkanîn hemû hatine betalkirin. Her çendî heta niha tu daxuyaniyeke fermî ji Enqereyê nehatiye, lê tê diyarkirin ku Enqere ji vê yekê pir nerazî ye.