Serokkomarê sosyalîst ê Franseyê François Hollande, diyar kir ku dibe li hemberî Sûriyeyê “di çarçoveya hiqûqûq navneteweyî de”, destlêwerdanek pêk were.
Hollande di kanala France 2 de aixvî û got; “Bi şertê ku rêz ji hiqûq navneteweyîre bê girtin, dibe bi biryara Konseya Ewlekariyê destwerdaneke leşkerî li hemberî Sûriyeyê pêk bê.”
Hollande diyar kir ku divê çareserî ne bi rêyên leşkerî pêk bê û got; “Divê ji niha û pêve ji bo qewirandina rejîma Beşar El Esad zext bêne kirin. Divê em rêyek din a çareseriyê bibînin”.
Tê payîn ku roja înê, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bê serdana Franseyê û tê payîn ku di rojevê de pêkanînên tundtir ên li ser Sûriyeyê bên gotûbêjkirin.
Piştî komkujiya Hewlê ya 49 jê zar bi giştî 108 kesên sivîl têde jiyana xwe ji dest dan, welatên weke Almanya, Franse, Îtalyayê biryara dersînorkirina balyozên Sûriyeyê dan.