Ji gelê Mexmûrê re cih nayê dayîn

Ji gelê Mexmûrê re cih nayê dayîn

Şêniyên Wargeha Mexmûrê ku ji ber êrîşên rêxistina hov DAIŞ'ê neçar man careke din koç bikin, ji ber ku hikûmeta herêmî û NY soza dan bicih neanîn, biryar dan li kampê vegerin. Gefa komkujiyê ya li ser kampê jî dewam dike.

Penaberên Mexmûrî yên ji ber êrîşên rêxistina dijminê mirovahiyê ya bi navê DAIŞ'ê neçar man di hefteya destpêkê ya meha Tebaxê de kampê biterikînin, 33 roj in li mizgeft û dibistanên li ajarokên Hecî Awa û Çarkûrna yên li Ranyayê di şert û mercên giran de dijîn.

Şêniyên kampê dan xuyakirin ku hikûmeta Kurd û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo sererastkirina mercên wan ên jiyanê neketina nava ti hewldanan, li gel xeteriyê jî wan biryar dane ku li Kampa Penaberan a Mexmûrê vegerin.

Di rojên destpêkê de NY û hikûmeta herêmî soz dabûn ku wê kampeke nû çêbikin. Lê belê hînê ev soz bicih nehatiye anîn.

Herêma Mexmûrê ku 40 kîlometre dûrî paytexta Herêma Kurdistana Federal Mexmûrê ye, di 6'ê Tebaxê de rastî êrîşa DAIŞ'ê hat. Şêniyên Mexmûrê yên xeterî dîtin, berî çeteyên kujer xwe bigihêjînin herêmê kamp vala kirin û pêşî li komkujiyeke nû girtin. Kamp û bajarokê Mexmûrê di 10'ê Tebaxê de ji aliyê Hêzên Parastina Kurdistanê ku gerîlayên HPG û milîsên Mexmûrê di nav de cih digirin ve, hat rizgarkirin.