Ji gelê Suryaniyan bo YPG’ê piştgirî

Ji gelê Suryaniyan bo YPG’ê piştgirî

Suryanên li Dirbêsiyê desteka xwe ji Yekîneyên Parastina Gel(YPG) re pêşkêş kirin. Metranê Suryaniyan Mîxaîl Yaqûb spasiya xwe ji YPG'ê re nîşan da û diyar kir ku ew ê li gel YPG'ê li dijî komên biyanî derkevin.

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê Suryanîyan alîkariya madî ji Yekîneyên Parastina Gel(YPG) re pêşkêş kirin. Suryaniyan bi taybet dermanên birînan û kincên zivistanên ji YPG’ê re şandin. Metranê Dirbesiyê Mixêl Yaqub daxuyaniyek da û diyar kir ku ew gelê Suryanî û Kurd bi salan in bi hev re diujîn  û tu carî bi hev re nebûne biyanî.

Yaqûb da zanîn ku hêmanê jiyana hevbeş ji bav û bapîrên xwe wergirtine û got ku ew ê diyarî zar û zêçên xwe bikin. Yaqûb di dewamiya axaftina xwe de got:''Em ji hezretî Îsa fêrî hezkirina her kesî bûne''. Yaqûb derbarê alîkariyan jî bal kişand ku ev alîkarî kêm in ji bo YPG’ê, ji ber keda ew ji bo parastina gel didin bi malê dinyayê nayê nirxandin. Di dawiyê de Yaqûb ji YPG'ê re dûa kir.

Her wiha nûnerê Suryaniyan li Dirbêsiyê mamoste Ishaq Ebdo ji axivî û sipasiya xwe ji YPG'ê re nîşan da û diyar kir ku şervanên YPG'ê li Serêkaniyê dê bi ser bikevin, ji ber ku hemû pêkhatiyên herêmê bi wan re ne. Ebdo got: “Lê komên çete ji herêmê biyanî ne. Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan wan bi ser herêma mede dişîne bi armanca me  bi xwe bi xwe bera hev bide.” Di dawiya axaftina xwe de Isahaq sipasiya xwe ji hêzên Asayişê û hêzên YPG'ê diyar kir.

Serokê Meclisa Gel a bajarê Dirbêsiyê Nûman Erebo sipasiya Suryanan kir û diyar kir ku hemû pêkhatiyên Rojavayê Kurdistanê bira ne û ew ê wek hev bijîn. Erebo da zanîn ku YPG'ê ne hêza kurdan tenê ye YPG'ê hêza hemû pêkhatiyên herême ye.