Ji Geverê bi sedan welatî ber bi sînorê Kobanê ve ketin rê

Ji Geverê bi sedan welatî ber bi sînorê Kobanê ve ketin rê

Ji Geverê bi sedan welatî bi armanca piştgiriya ji gelê Kobanê re ber bi sînorê Kobanê ve ketin rê.

Rêxistina DBP’ê ya Geverê, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî bi armanca li dijî çeteyên DAIŞ li sînor nobetê bigirin û piştgiriya ji berxwedana Kobanê re ber bi Pirsûsê ve ketin rê. Şêniyên Geverê yên bi 10 mînîbusan ketin rê li gel xwe wesayîtek tijî xwarin û av birin.

Serokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê Vahît Şahînoglu beriya bikevin rê daxuyanî da. Şahînoglu got ku bi nêzî 250 kesî re ketine rê û wiha dewam kir, "Gelê Geverê amade ye di berxwedana Kobanê de di refên pêş de şer bike.”