Ji Geverê şiyariya Rojava ji bo Tirkiyê

Ji Geverê şiyariya Rojava ji bo Tirkiyê

Bikombûna pêkhateyên DOKH li Geverê gelê ku kombûn, êrişên komên çeteyan yên li Rojavayê Kurdistanê şermezarkirin û Tirkiye jî şiyar kirin ku dest ji piştgiriya çeteyan berde. 

Bi pêşengiyaTevgera Jinên Azadên Demokratîk (DOKH) li Geverê, bi sedan kesên ku bi armanca piştgiriya Rojava û şermezarkirina komkûjiyên li Rojava tên kirin kombûyîn, ji pêş Derneka Çand û Hunerê a Geverê heyanî Meydana Azadiyê meşiyan.

Parlementerê Colemêrgê yê BDP’ê Adil Zozanî, Hevserokên navçeya Colemêrgê Yavuz Aksaç û Aliye Timur, alîkara Serokê şaredariya Colemêrgê Hatîce Demir, Serokê Navçeya Geverêyê BDP’ê  Nail Durmaz, Serokê Şaredariya Geverê Ercan Bora, Serokê berê yê Şaredariya Geverê Ruken Yetişkin tevlî meşêbûn. Di meşê de pankarta “hemû cih Rojava, hemû cih Berxwedane” hate hilgirtin û  li ser hev durûşên  “Bijî Serok  Apo”,  “Bê Serok jiyan na be”, “êriş me têknabin” û  “Bijî berxwedana YPG” hatin avêtin.  Endamên YDG-H ku rûyên xwe girtibûn bi pankarta “ger êriş li ser Rojava bê kirin emê Tirkiyê bikîn cehnem” tevlî meşê bûn.

Piştî meşê li sernavê  DOKH seroka berê ya şaredariya Geverê Ruken Yetişkin  di axaftina kirî de balkişande ser li Rojava gel tê qetilkirin û wiha got: “Em li vir dengê xwe ji bo hemû cîhanê bilind dikîn.  Vê hovitiyê bibînin.Ji bo jinekî ciwan a li Misrê jiyana xwe ji dest dayî hêsrên çavan hatin rijandin, ji keç û zarokên gelê kurd re jî hêsran bi rijînin. Pêwiste rê ji mirina zarokan re neyê dayîn.  Pêwite  pêşî  li hemû komkûjiyan, destdirêjî  û îşkenceyê bê girtin û  jin xwe bi rêxistin bikin. Ez ji vir bangewazî li birêz Erdogan dikim. Ji bo keçekî li Misrê jiyana xwe ji dest da tu girî, her wiha ji keç û kurên kurdan re jî bigirî. Komên çeteyan ne şîne Rojava. Ger tu dest ji şandina çeteyan a Rojava ne berdî wê hemû cih bibe Rojava. Bi salan te evpolîtikayên xwe li Başûrê Kurdistanê dan meşandin lê tu bi serneketî. Tu wê li Rojava jî bi sernekevî.”

Piştre jî li sernavê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Zakiye İke ku axivî da diyarkirin ku ew bang li Tayyip Erdogan’ê ku ji bo çeteyan deriyê sinor vedike û ji kurdan re digire dike û wiha got: “Tu serokekî û hevsera te jî dayîkeke. Hûn çewan piştgiriya komkûjiyên li ser Rojava têne kirin dikin.”

Daxuyaniya çapemeniyê  bi durûşman bi dawî bû.