Ji Girtîgeha Çewlikê 20 girtiyên siyasî hatin sirgûnkirin

Ji Girtîgeha Çewlikê 20 girtiyên siyasî hatin sirgûnkirin

Hate hînbûn ku 20 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê sirgûnî girtîgehên hêrêma Anatoluya Navîn hatin kirin. Hate ragihandin ku, 16 girtiyên din jî dê bên sirgûnkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin ji Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê girtiyên siyasî yên bi navê Edîp Yalçinkaya, Muhîttîn Sevînç, Firat Yaşar, Fatîh Abîr, Metîn Yaşa, Aydin Çelîk, Bedrî Çakan, Ahmet Tamîr, Davut Avci, Hanefî Eser, Nevzat Demîr, Tamer Tanrikulu, Alî Haydar Yeşîl, Cemal Kohak, Hasan Capadak, Ferhan Mordenîz, Saît Demîr, Huseyîn Çakan, Îsmaîl Salgar, Nurî Keleş, Feyzî Ayzît, Serbest Saîd, Murat Canşad, Saît Gurkan û 12 girtiyên din ên navê wan nehate zanîn sirgûnî girtîgeyên Çorum, Çankiri, Amasya, Karaman û Yozgat hatin kirin.

20 girtî ji girtîgehê hatin sirgûnkirin û 16 girtiyên din jî dê sibê bên sirgûnkirin.