Ji Girtîgeha Meletî 10 girtî sirgûnkirin

Ji Girtîgeha Meletî 10 girtî sirgûnkirin

10 girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê sirgûnî girtîgeha Kastamonuyê hatin kirin.

Li Meletiye di 19'ê Sibatê de 10 girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê sirgûnî Girîgeha Kastamonuyê hatin kirin.

Girtiyên sirgûnî girtîgeha Kastamonuyê hatin kirin bi telefonê agahîdan. Girtiyê bi navê M. Nur Tîryakî diyar kir ku, Di 19'ê Sibatê de serê sibê bêyî lêpirsîn û agahdarî ew komî ser hev kirin û ji Meletiyê şandin Kastamonuyê. Tiryakî da zanîn ku, bêyî amadekariyên xwe bikin û cilên xwe komî ser hev bikin 10 girtî ji Meletiyê sirgûn kirin û wiha got: "Hişmendiya tundî, zext û dijmirovahiyê hêj berdewam dike. Dema em hatin sirgûnkirin em rastî pêkanînên dijmirovahî hatin. Hêj li ser hevalên me yên li Metiyê pêkanînên dijmirovahî berdewam dikin. Em dixwazin hemû raya giştî vê rastiyê bizane û di derbarê vê yekê de bi hîstiyar tev bigere.