Ji girtiyan ji bo Rojava alîkarî

Ji girtiyan ji bo Rojava alîkarî

Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Sergirtî ya Hîlwanê dimînin bi armanca piştgiriya ji bo Rojava alîkariya pereyan kirin. 

Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Sergirtî ya Hîlwanê dimînin 700 TL di nav xwe de kom kirin û ji bo bigihînin gelê Rojava ji komîsyona alîkariyê ya Şaredariya Pîrsûsê re şandin. Girtiyan ligel pereyan di nameya ku şandin de wiha gotin, "Di pêvajoya şoreşa Rojava de gelê me lehengî û fedakariyeke mezin pêş xist. Çeteyên navneteweyî û herêmî yên xwe li hember îradebûna gelê kurd nikarin bigirin her roj êrîş dikin. Li hemberî Rojava bi her awayî ambargo tê pêşxistin û xizaniyê didin ferzkirin. Li hember wan tevayî pêkutiyan Kurdistana Demokratîk a Xweser me kêfxweş dike. Dilê tevayî gelê me yên li parçeyên din ji bo Rojava lê dide. Ya pêk hatiye xewna azadiyê ye. Li ser esasê koka mirovatiyê meşa heqîqetê ye."