Ji girtiyan li dijî îşkenceya kamera bang

Ji girtiyan li dijî îşkenceya kamera bang

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dan xuyakirin ku şopandina her qadên wan ên jiyanê bi rêya kamerayan, êrîş û îşkenceya li kesayetî û jiyana wan e û bang li raya giştî ya demokratîk kirin ku li hemberî vê rewşê hişyar bin.

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyê Denîz Kaya daxuyaniyek da û bal kişand ser zextên li girtîgehan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gel hemû gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd, hikûmeta AKP polîtîkayên xwe yên li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd asteng in, dewam dike û hat destnîşan kirin ku di şûna guhertinên qanûnî û destûra bingehîn ên ji bo projeya "çareseriya demokratîk" werin kirin de, hikûmetê di polîtîkaya înkar û tinekirinê de israr kiriye. 

Girtiyan bal kişandin ser zextên li girtîgehan û bibîr xistin ku Tîpên F weke rêbazeke îşkenceyê di salên 2000 de ketine meriyetê û wiha hat gotin:

"Îşkenceya mejiyê 12'ê Îlonê li zîndanan kir, ji aliyê herkesî ve tê zanîn. Piştî ku fêmkirin îşkenceya wan a fîzîkî ya bi salan li me dike encamê nagire, weke rêbazeke nû ya îşkenceyê ji salên 2000 û pê ve Girtîgehê bi Ewlekariya Bilind (Tîpa F) xistin dewrê û xwestin me ji hev qut bikin. Bi pêkanînên li tîpên F re hewl dan me bê kesayet bihêlin û ji sekna me ya şoreşgerî dûr bixînin. Li van pêkanînan, niha jî yeka din hat zêdekirin. Li her qadên jiyanê yên girtiyan, kamera hatin bicihkirin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi hinceta 'ewlekariyê' qadên sporê û cihên sohbetê bi kamerayan tên şopandin û hat gotin, "Tevî vê yekê, niha jî kamerayan li hewadarkirina (qada derve) kamera hatine bicihkirin û tê xwestin bi roj girtî were şopandin. Cihê em lê xwarinê dixun, cihê em lê radizên, cihê em lê hewa distînin, gelo li gorî kîjan pîvanên exlaqî ye ku 24 saetan werin şopandin?"

Di daxuyaniyê de girtiyan destnîşan kirin ku ev pêkanîn li dijî kesayetî û jiyana wan êrîş û îşkenceye û ewê ti carî vê qebûl nekin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Çi kamerayên hatine bicihkirin çi dê werin bicihkirin. Ji bo rakirina van emê bi rêveberiyên girtîgehan re hevdîtinê bikin. Ji bo dawî li vê pêkanînê were anîn, emê daxwaznameyan ji Wezaret û cihên pêwendîdar re binivîsîninin. Li gel van hewldanên me jî eger ev pêkanîn dewam bike, emê ser van kamerayan binixumînin. Eger em ji vê jî encamê negirin, emê vê carê serî li rêya şikandina van kamerayan bidin. Eger were dûbarekirin, emê careke din bişkînin. Bi kurtasî, berdêla wê çi dibe bila bibe, emê vê pergala kamera qebûl nekin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl û raya giştî ya demokratîk hat kirin ku piştgiriyê bidin çalakiyên wan ên li dijî pergala kamera. Girtiyan ji raya giştî ya demokratîk xwestin, ku haya wan ji destwerdaneke gengaz a li hemberî wan, hebe.