Ji girtiyê bi kanserê rapora 'dikare bi tenê bimîne'!

Ji girtiyê bi kanserê rapora 'dikare bi tenê bimîne'!

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Denîzliyê, ji girtiyê nexweş Hayatî Kaytan ê bi kanserê rapora 'dikare bi tenê li hucreyê bimîne' hat dayîn. Kaytan ê di mejiyê wî de tumor heye, tiliyên lingê wî jê bûne û destê xwe yê rastê nikare bikar bîne, hîn beriya salekê rapora 'nikare bi tenê bimîne' hatibû dayîn. Tê meraqkirina ka ji par û vir ve çi hatiye guhertin ku raporeke cûda jê re hatiye dayîn.

Hayatî Kaytan ji doza PKK'ê cezayê muebbetê yê girankirî lê hatiye birrîn û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Denîzliyê tê ragirtin. Kaytan ji ber tumora li mejiyê xwe, çend sal berê emeliyat bû û  li hemberî îhtimala kanser ji nû ve giran bibe, her tim di kontrolê de ye. Tiliyên lingê Kaytan jêkirî ne, destê wî yê rastê jî ji ber birîndariyê qet nikare bikar bîne.

Parêzer Emel Sayin ji ANF'ê re axivî û got, "Di mejiyê Hayatî Kaytan de tumor heye, tiliyên ling û destê wî jê kirî ne. Tiliyên lingê wî ji ber qeşayê hatine jêkirin, di tiliyên wî yên destê rastê de jî bi heman rengî seqetî heye, nikare bikar bîne."

Parêzer Sayin da xuyakirin ku di sala 2004'an de ji ber nexweşiya li 3 tiliyên destê Kaytan ê rastê, Nexweşxaneay ZanÎngeha Ataturkê ya Erzîromê rapora 'nikare bi tenê bimîne' dabû, ev rapor jî di çarçoveya têgihiştina; 'nikare bi serê xwe pêdiviyên xwe yên rojane tedarik bike' hatibû dayîn.

Parêzer Sayin weha got: "Bi vê raporê re, tevî ku cezayê muebbetê yê girankirî girtibû, bi tena serê xwe nedihat hiştin. Dema li Girtîgeha Kirikkaleyê dihat ragirtin, bi girtiyên din re îmzeya "berpirsyariyê digirin ser milê xwe" dihat avêtin. Ji ber tumora di mejiyê wî de krîz derbas dikir û xeteriya mirinê hebû. Ji ber vê yekê bi tenê nedihat hiştin. Dûre bi lez û bez, bêyî sedemek hebe ew şandin Girtîgeha Denîzliyê. Ji Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzlî di 34.05.2012'an de rapora heyetekê girt. Di vê raporê de dihat gotin, "Tumora mejî heye, ji ber di dema nobeda epîlepsî de pêwistî bi mudaxleyê heye, nikare bi tenê bimîne." Heman heyeta heman nexweşxaneyê niha rapora 'dikare bi tenê bimîne' da wî."

KAYTAN: RAPOR BI FERMANÊ JI MÊJ VE HATIYE NIVÎSANDIN

Parêzer Sayin diyar kir ku ew di nava hefteyê de bi Kaytan re rûniştiye û der heqê biryara Dadgeha Cezayê Giran a Erzîromê de wan îtiraz kirine û got, "Di hevdîtiname de Hayatî Kaytan anî ziman ku heyeta rapora 'dikare bi tenê bimîne' daye wî pê re qet eleqedar nebûye û bi tenê pirsa 'der heqê servîsa me de kêmasiyeke te heye' lê kirine. Nehiştiye ku behsa rewşa xwe ya di dema krîzê de bikin. Xeterî heye ku di dema krîzê de zimanê xwe daqurtîne û hişê xwe wenda bike. Heyetê ev jî nepirsî û rapor dayê. Pisporê Norolojî ew mûayene jî nekiriye û piştre jê re gotiye, 'biborîne tiştekî em ji bo te bikin, tineye'. Hayatî Kaytan jî di wê baweriyê de ye ku biryar ji mêj ve hatiey dayîn û rapor jî bi fermanê hatiye nivîsandin."

Parêzer Sayin got, "Di krîza Epîlepsî de rîska mirinê heye. Rapora wî ya 'bi tenê nikare bimîne' heye, lê eger rêveberiya girtîgehê rapora herî dawî têxe meriyetê, Kaytan dikare bi tenê di odeyekê de, di hucreyekê de bê ragirtin. Ev jî tê wê wateyê, ku ji mirinê re tê hiştin."

'MERCÊN LI GIRTÎGEHA LI DENÎZLIYÊ NEBAŞ IN'

Parêzer Emel Sayin da xuyakirin ku di hevdîtina xwe de Kaytan her weha jê re behsa nebaşiya mercên li Girtîgeha Denîzliyê kiriye û got, "Li Denîzlî weke 4 girtiyan li odeyekê dimînin. Mercên fîzîkî ne baş e. Li cihê lê radizên û lê dijîn, ti cûdahî tineye; Doşek jî tiwalet jî li heman cihî ne. Di warê cih de kêmasî hene. Mehê bi tenê du caran, ew jî ji bo 45 deqeyan dikarin derkevin sporê. Ji bilî vê ji ti faaliyetan sûd nayê wergirtin. Rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye; '1500 girtiyên edlî hene, hûn 4 kes in, ez nikarim ji bo we vê derê sererast bikim'. Min bihîst ku rêveberiya girtîgehê her tim pêşniyarê li girtiyên bi Kaytan re dimînin dike û dibêje, 'Eger hûn bixwazin ez dikarim we bişînim cihekî din'. Lê belê ji ber ku ew naxwazin Kaytan bi tenê bihêlin, vê pêşniyarê red ikin."

Parêzer Sayin diyar kir ku ji biryar di ber çavan re bê derbaskirin ewê serî li Wezareta Edaletê û Wezareta Tenduristiyê bidin û bixwazin ji nû ve muayene bê kirin.

XÛŞKA KAYTAN: EV DEWLETEKE BI ÇI RENGÎ YE!

Xûşka Hayatî Kaytan Gulşen Kandemîr ji ANF'ê re peyivî û li hemberî rapora 'dikare bi tenê bimîne' nerazîbûn nîşan da û got, "Dev ji doktoran berde, mirovên ji rêzê jî fêm dikin ku ew nikare jiyana xwe bi tena serê xwe dewam bike. Ji bilî vê rewşeke taybet a kekê min tineye, di mejiyê wî de tumor heye. Çend caran emeliyat bûye û bi vê ve girêdayî krîza sara derbas dike. Eger bi tenê bimîne, xeteriya jiyana wî derdikeve holê; xeterî heye ku bifetise. Ev pêkanîn, her mirovên xwedî wicdan diêşîne."

Kandemîr ragihand ku rapor xwedî nakokiyane û anî ziman ku kekê wê di nameyek ji wan re nivîsandibû de rexne li nakokiyan dike ku bêyî salek di ser re derbas dibe raporeke berovacî jê re hatiye dayîn.

Kandemîr weha peyivî: "Gelo bi tena serê xwe bi çi rengî dikare bimîne? Destê wî seqet e; nikare sêvekê biqeşêre û bixwe. Bi lingên xwe nikare bimeşe, nikare li ser lingan bisekine û bireve. Gelo vana nizanin? Ev dewleteke çawa ye? Serokwezîr bi xwe derket û got; girtiyên bi tena serê xwe nikarin bijîn dikarin ji girtîgehê derkevin. Rapora Hayatî heye. Çima nehat derxistin û niha rapor hat guhertin? Em hingî bi hêvî bûbûn. Dema em çûn cem wî me jê re gotin, "piştÎ 4 mehan tu êdî li gel me ye." Lê nebû. Doktor bi tenê li rûyê wî temaşe kir û rapor nivîsand. Nexweşiyên wî bi van re sînorkirî nîne. Tedawiya fîzîkî xwestibû, lê yek ji doktoran jê re gotibû 'ji ber ku tu ji mejiyê xwe emeliyat bû, tu nikare tedawiya fîzîkî bike'. Lê em hîn bûn ku astengiyeke bi vî rengî tineye, doktor rast ne gotiye."

Kandemîr xwest hem kekê wê hem jî hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan û diyar kir ku ewê têkoşîna xwe dewam bikin.