Ji girtiyê di greva birçîbûnê de bang
Ji girtiyê di greva birçîbûnê de bang
Ji girtiyê di greva birçîbûnê de bang
Li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê, yek ji 15 girtiyên ji doza PKK'ê Mehmet Çokû (25) ê li dijî binpêkirina mafan ji 1'ê Kanûnê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, bi rêya malbata xwe ya li navçeya Mêrdîn Qoserê banga hestiyariyê li raya giştî kir. Çokû xwest binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê werin bidawîkirin.
Yek ji girtiyên di meha bihurî de ji girtîgeha Tîpa D ya Amedê sirgûnî girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê hat kirin Mehmet Çokû, bi 14 girtiyên mîna wî hatin sirgûnkirin re li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê li dijî binpêkirinên mafan ji 1'ê Kanûnê û vir ve çalakiya greva birçîbûnê dimeşîne.
Mehmet Çokû ev 4 sal in di girtîgehê de ye û cezayê 23 salan ê girtîgehê lê hatiye birîn. Xwişka wî Mizgîn Çokû (30) agahî da û got, "Bi rêya telefonê roja Pêncşemê ez bi birayê xwe re axivîm. Ji min re behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê kir. Ji lêgerîna bi rewşek tazî heta bêbersivhiştina daxwazname û qirêjiya xwarinê, behsa gelek binpêkirina mafan û bêhiqûqiyê kir."
Mizgîn Çokû diyar kir ku birayê wî Mehmet Çokû li ser navê hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne banga hestiyariyê li raya giştî kir û der heqê Wezareta Edaletê de got, "Eger hûn nikarin edaletê bicih bînin, hingî Wezareta Edaletê rakin."
Çokû da zanîn ku kincên zivistanê yên wan ji birayê xwe re şandine nehatine dayîn û li wan hatine vegerandin û destnîşan kir ku girtî di nava ceza de tên cezakirin, malbat tên cezakirin.
''TAVILÊ DAWÎ LI PÊKANÎNÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ BÎNIN''
Mizgîn Çokû anî ziman ku birayê wê Mehmet Çokû di axaftina bi telefonê de binpêkirinên mafan û pêkanînên li dijî mirovahiyê ragihandiye û got, "Birayê min got, li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê mafê wan heye ku heftane 10 saetan li hev kom bibin lê ev maf hatiye astengkirin, lêberîn bi tazîkî li ser tê ferzkirin, girtiyan venaguhezînin nexweşxaneyê, di nava xwarinê de qirêjî derdikeve, daxwaznameyên ew dinivîsînin bêbersiv dimînin, ava germ nayê dayîn, kalorîfer nayê vêxistin û xwest ku ji bo ev pêkanînên kêfî yên li dijî mirovahiyê bi dawî bibin, raya giştî bi hestiyarî tevbigere."
''WEZARETA EDALETÊ YA NIKARE EDALETÊ PÊK BÎNE''
Mizgîn Çokû pirsa, Wezareta Edaletê ji bo çi heye? kir û got, "Eger li girtîgehan ewçend binpêkirina mafan û pêkanînên li dijî mirovahiyê hebin û Wezareta Edaletê dest lê wernade, nikare edaletê pêkbîne, hingî bila Wezareta Edaletê rakin."
''DI NAVA CEZA DE CEZA''
Mizgîn Çokû ragihand ku kincên zivistanê yên ji bo birayê xwe şandine negihaştine cihê xwe û got, "Birayê min ji Amedê sirgûnî Edîrneyê kirin. Weke malbat em nikarin zêdeyî hezar kîlometre biçin û hevdîtinê bikin. Ev jî têra wan nake, kincên em bi rêya postayê dişînin li me vedigerînin. Ragirtina girtiyan têra dewletê nake. Bi sirgûn û pêkanînên li dijî mirovahiyê re di nava ceza de ceza li girtiyan tê birîn. Me malbatan jî bi wan re ceza dikin."
''EMÊ BÊDENG NEMÎNIN''
Mizgîn Çokû anî ziman ku ewê li pêşberî binpêkirina mafan weke malbatên girtiyan bêdeng nemînin û got, "Heta ku binpêkirina mafan û pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li girtîgeha Edîrne û girtîgehên din bi dawî bibin, emê têkoşîna xwe dewam bikin. Divê raya giştî der heqê greva birçîbûnê ya dewam dike de, hişyar be. Ji bo dawî li binpêkirinan bê anîn û di greva birçîbûnê de tiştek bi kesî neyê, her kes berpirsyariyên xwe bicih bîne."