Ji girtiyên girtîgeha Gumuşxaneyê ji bo Rojava piştgirî

Ji girtiyên girtîgeha Gumuşxaneyê ji bo Rojava piştgirî

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Gumuşxaneyê, hezar û 500 TL yên di nava xwe de kom kirin, ji bo piştgirî û piştevaniya Rojava bi riya malbatên xwe ji Gelê Rojava re şandin. 

Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Gumuşxaneyê hezar û 500 TL yên di nava xwe de kom kirin ji Gelê Rojava re şandin. Piştî li girtîgehan bi boneya piştgirî û piştevaniya Gelê Rojava kampanya hat destpêkirin, girtiyên siyasî yên Gumuşxaneyê jî di nava xwe de hezar û 500 TL kom kirin û bi riya malbatên xwe ji bo piştevaniya Gelên Rojava şandin. Girtiyan diyar kirin ku ew geşedan û raperîna gelê li Rojava bi kelecanek mezin dişopînin û ev şoreşa gelê Rojava nîşan dide ku çiqas azadî nêzîk e. Girtiyan bang li her kesî kir û piştgiriya bidin gelê Rojava.