Ji girtiyên PKK'yi û PAJK’î peyama Newrozê
Ji girtiyên PKK'yi û PAJK’î peyama Newrozê
Ji girtiyên PKK'yi û PAJK’î peyama Newrozê
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ên girtîgehên Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê peyamek weşandin û banga tevlibûna Newrozê kirin.
Li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyaniyek da û wiha got: “Em di serî de Nerwoza Rêber Apo, şehîdên xwe, gelê xwe yê fedekar, jinên azad û ciwanên xwe pîroz dikin. Em wan silav dikin.”
Kaya bang li gel kir û got: “Bi 3 çopên kîbrîtê ya heval Mazlum Dogan û bi şîara ‘Berxwedan jiyane’ li zîndanên Amedê agiarê azadiyê pêket û faşîzma 12 îlonê şewitand û heta roja me ya îro hat.”
Kaya destnîşan kir ku di pêvajoya herî girîng ya dîrokî ya têkoşîna xwe de derbas dikin û wiha hate gotin: “Gelê me heta îro çaw aku xwedî li pêvajo û guherînên stratejîk yên ku PKK û Rêber Apo pêşxistiye,derketiye dê di vê pêvjoyê de jî bi ruhê serhildan û berxwedanê xwedî li pêvajoya nû ya ku Rêber Apo îlan dike ya ‘çareseriya demokratîk’ derkeve. Em di wê baweriyê de ne ku dê Newroza 2013’an biguherin Newroza aştiya Rêber Apo.”
Kaya wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em girtiyên PKK û PAJK’ê jî wekê gelê xwe êdî tu tehemula me ji şert û mercên esareta Rêber Apo re nemaye. Ji ber vê jî êşên ku heta niha me kişandiye, hêrs û kîna xwe, Newroza 2013’an biguherin Newroza Azadiya Rêber Apo û tevli Newroza herî bi heybet bibin.
Dîsa em dubare bang li hemû gelê xwe dikin ku bila xwedî li ‘Hameleya înşakirina jiyaneke azad û rizgariya demokratîk’ bibin.
Bi taybet hemû jin û ciwanên kurd ji bo Azadiya Rêber Apo divê pêşengiyê bikin û berpirsyariya xwe bînin cih. Em jî doz didin ku em dê di vê pêvajoyê de bibin mîlîtanên herî aktîf.”