Ji girtiyên siyasî bo Rojava alîkarî
Ji girtiyên siyasî bo Rojava alîkarî
Ji girtiyên siyasî bo Rojava alîkarî
Girtiyên di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de 7 hezat TL. ji Rojava re şandin. Girtiyan bang li gel kir û wiha got: "Em bang li hemû gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin tevlî vê pêvajoyê bibin û yekîtiya bi rih, raman û hişmendiyê de jiyîn şênber bikin, dikin." Girtiyên li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê jî hezar û 500 TL. ji Rojava re şandin.
Girtiyên Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji Rojava re 7 hezar TL. alîkarî şand. Di daxuyaniya li ser navê girtiyan hate dayîn de hate diyarkirin ku gelê kurd bi têkoşîna 40 salin didin gelek destkeftî bi dest xistin ji hemû deman bêtir nêzî azadiyê ye û wiha gotin: "Têkoşîna bi hêza xwe didin meşandin bi slogana serokatiya azad û Kurdistana xweser têkoşîna xwe bi berdewam dike. Nîşaneya vê têkoşîna bi biryar têkoşîna azadiyê ya gelê me yê Rojava dide meşandin e. Şoreşa gelê me yê Rojavayê Kurdistanê pêk anîn bingeha civaka demokratîk a hemû Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Hêzên emperyalîst ên vê rastiyê dizanin ji bo vê pêvajoyê li gorî berjevendiyên xwe pêk bînin serî li hemû riyan dan."
Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku li cem gelê Rojava cih girtin peywirdariya şoreşgerî û welatparêziyê ye û wiha hate destnîşankirin: "Ji kampanyayên li gelek qadan hatin destpêkirin re sembolîk jî be 7 hezar TL. pereyê me ji hewcehiyên xwe girtin şandi. Em bang li hemû gelê xwe û raya giştî ya demokratî dikin ku tevlî vê pêvajoyê bibin û yekîtiya bi rih, raman û hişmendiyê de jiyîn şênber bikin, dikin."
ÎZMÎR
Girtiyên ji doza PKK'ê yên li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê jî di çarçoveya kampanyaya ji bo Rojava dan destpêkirin de hezar û 500 TL. pere komkirin. Hate ragihandin ku girtiyan pereyê komkirin bi riya malbatên xwe re gihinadin Rojava.