Ji gundiyên Kobanê tabûra Şehîd Rêdûr hat avakirin

Ji gundiyên Kobanê tabûra Şehîd Rêdûr hat avakirin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser daxwaza şêniyên gundên rojavayê Kobanê tabûra Şehîd Rêdûr a ji şêniyên herêmê pêk tê, ava kir. 

Piştî êrîşên komên çete yên Dewleta Îsalmî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nûsra yên li dijî herêma rojavayê Kobanê, şêniyên gundên Mişko, Cebnê û Çariqlê ji hêzên YPG’ê daxwaz kiribûn ku tabûra YPG’ê ji gundiyên herêmê bê sazkirin da ku ew karibin parastina herêmên xwe bikin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê gundiyên ku tevlî YPG’ê bûne li meydana bîstana gundê Mişko kom kirin û tabûr Şehîd Rêdûr a YPG’ê ku ji şêniyên van gundan pêk tê, ragihandin.

Di merasîma ava kirinê  de Endama Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê li Kobanê Melsa Ebdo axivî û bal kişand ser siyasetên ku li dijî hebûna gelê kurd pêk tê. Ebdo diyar kir ku armanca êrîşên komên çete ew e ku herêmê kurdan bêne valakirin. Ebdo, ji şêniyên herêmê xwest ku pêwîste ku gelê kurd xwe birêxistin bike û êdî ew bi xwe parastina xwe bike. Welatiyên ku tevlî YPG’ê bûn navê xwe qeydkirin û tevlîbûna xwe ya li nava YPG’ê ragihandin. Piştî axaftina Melsa Ebdo tabûra Şehîd Rêdûr ku ji dehan şêniyên herêmê pêk tê hate ragîhanin û êdî dest bi perwerdeya leşkerî û siyasî hate kirin.

Welatiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew amadene ji bo parastina hemû xaka Rojavayê Kurdistanê.