Ji Hevseroka PÇDK’ê peyama sala nû

Ji Hevseroka PÇDK’ê peyama sala nû

Hevseroka Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDK) Necîbe Omer ji bo sala 2014’an peyam da. Omer, di peyama xwe ya ji bo sala 2014 de bal kişand bûyer û pêşketinên ku di sala 2013’an de pêkhatine.

Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Omer sala 2013’an ji bo gelê Kurd û ji bo tevahî mirovahî salekî giring nirxand. Her wiha pêşketinên her çar beşê Kurdistan û bi taybet jî bûyer û pêşketinên Başurê Kurdistanê şîrove kir û hêviyê xwe ji bo sala 2014’an de anî li ser ziman. Dîsa hêvî kir ku sala 2014’an bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di navbera Kurdan da rihekî netewî pêşbikeve.

Necîbe Omer bi berdewamî di peyama xwe ya sala nû de wiha axivi:“Serê sala miladî, sala nû li hemû mirovatî, hemû gelê Kurd û hemû bawermendê mesihî pîroz dikim. Sala 2014’an ji bo mirovahî û taybet jî ji bo gelê Kurd bibe salekî serkeftin û gihiştina armancê xwe be. Bêguman sala 2013’an salekî giring bû. Him ji bo gelê Kurd him jî ji bo gelan, sala 2013’an cihekî taybet girt. Bi hemû xweşî û nexweşiyê xwe ve dikarim bêjim ku di guhartinan da rolekî xwe yê girîng hebû. Di vê çarçoveyê de di astê Başurê Kurdistan û Iraq da hewildanên guhartinê hebû. Lê mudaxaleyên hêzên derve û dewletên cîran astengî çêkirin ji bo ku wek tê xwastin daxwazên gelan cîh nebe. Lê belê heta astekî jî sala 2013 an de di hevsengiyên siyasî de guhartin çebû. Ew guhartinên ku çêbûn bi taybet hilbijartinê parlamanterê herêmê Kurdistan û her wiha hilbijartinên encumenê parezgehên Iraqê carekêdin gel ji bo ku gendelî (yolsuzluk) û bê edeletî nemîne û dawî lê were çalekiyên demokratik heta astekî baş berbi pêşvebir û tekoşînekî da. Her wiha çalekiyên neteweyî jî bi çalekîyên giştî yê gel heta astekî bilind piştgiriyê hemû tekoşanên neteweyî kir. Çi li astê Başurê Kurdistan, çi jî li ser astê beşên din ê Kurdistanê ev hemû guhartinên giring bûn.”

GEL XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK DERKET

Necîbe didewama axivtina xwe de balkêşand li ser bûyeren sala bûyî û wiha pêde çû; “Bê guman li vê salê de kesayetiyên wekî Şerko Bêkes, Cihad Dilpaq, Hema Nergiz, hîn helbestvanên giring jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li astê cihanê de jî wefatê Mandella çêbû. Ev ji bo mirovatî buyerên bi êşbûn. Li heman demê da tiştê zor û nexweş kuştinê rojnamevan Kawa Germiyanî bû ku ew jî yek ji wan sucên ku berhemên desthilatekî gendelî (yolsuzluk) ye. Di vê çarçoveyê de ji aliyê gel ve xwedî derketin û tekoşînekî demokratik çêbû”.

HETA NIHA PARTIYÊN BAŞÛR NEBÛNE XWEDÎ ÎRADEYEKÎ SIYASÎ

Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Omer, hilbijartinên Başurê Kurdistanê, dîsa hilbijartinên Kerkukê ku dê were  lidarxistin nirxand û got ku ev hilbijartin bi vî şêwazî nabe hilbijartinekî daxwazê gelê Kurd û wiha got; “Her wiha li ser Başurê Kurdistanê planên siyasî hebû. Sala 2013’an de hewildanên hêzên der ve ji bo encam dayîna hilbijartinên parlamenê Iraq û hilbijartinên Kerkukê, dîsa ji bo Kurd bi listeyekî hevbeş neçin hilbijartinê û Kurd mafê xwe nestînin mudaxale kirin. Weke PÇDK li Başurê Kurdistan da destkeftê me yê netewî hene. Heta niha ev partiyên siyasî li Başurê Kurdistanê nebûne hêz û îradeyekî siyasî. Ev hilbijartin nabe wek hilbijartinekî daxwazê gelê Kurd. Li Başurê Kurdistan da firotinê neft wekî pêwîst encam nade û gel ji vê agahdar nîne. Çi wekî hikumet, çi jî wekî parlamenê de îradeyekî dernakeve ku agahiyê gel ji firotinê neftê hebe. Ev nakokî li herêmê Kurdistan û Iraqê de hîn berdewam e.  

Salê 2014 an de em hêvîdarin ku ev gendelî, bê edeletî, kuştinê mirovê bê suc û tevahî ev pirsgirêk çareser bibin. Ev salê pêş me hevî dikin ku tekoşînê demokratîk hîn bilindtir bibe. Her wiha sala 1990’î ta roja îro kesên rojnamevan, kesên serbixwe û siyasetmedar ku hatine kuştin hêviyê me ewe ku salê 2014’an de şandeyekî serbixwe bê ava kirin û van bûyeran lêkolîn bike. Sala 2013’an de di hilbijartinên parlamenter de lîstokên qirêj çêbûn. Di van hilbijartinan de ji bo ku Partiya Çareseriya Kurdistan nekeve parlamentoyê ji destên derve lîstok çêbûn. Em hêvî dikin ku sala 2014’an de ev plan bi dawî bibe”

DI SALA  2013’AN DE LI ROJAVA ŞOREŞ GIHA ASTEG BILIND

Omer, di daxuyaniya xwe ya sala nû de hêviyê xwe yê ji bo Kongreya Netewî a Kurd anî ziman û pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakurê Kurdistanê dabû destpêkirin nirxand. Her wiha ji bo Rojhilatê Kurdistanê peyam da û dîsa li hember Şoreşa Rojava astengiyên ku hene şîrove kir û wiha axivî; “Her wiha sala 2013’an de ji bo lidarxistina Kongreya Netewî hewildan hebû. Lê li pêşiya vê kongreyê hinek hêz astengî çêkirin. Em hêvî dikin ku sala 2014’an de Kongreya Netewî a gelê Kurd pêk were.

Sala 2013’an de wekî îradeyê gelê Kurd bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistan da tekoşîn û şoreşê gelê Kurd gihişte astekî bilind. Li Başurê Kurdistan da hikumet û desthilat astengî li hember şoreşa Rojavayê Kurdistanê lidarxistibû. Em hêvî dikin ku ev astengî jî bi dawî bin. Êdî îradeyekî siyasî li Rojavayê Kurdistan da çêbibe. Bi taybetî jî ji aliyê KDP’ê ve li hember şoreşa Rojava astengiyê ku hatin lidardixistin ku heta niha jî berdewame, em hêvî dikin ku ev siyaset bi dawî bibe û bibe siyasetekî netewî.

Dîsa tekoşîneke ku li Bakurê Kurdistan de heye giringiyekî xwe yê sala 2013’an de hebû. Bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd brez Abdullah Ocalan de ku pêvajoyekî aştiyane hatibû destpê kirin li Kurdistan û Rojhilata Navîn de guhartinekî pir bilind ava kir. Ev pêvajoya çareseriyê heta astekî baş bû lê ji aliyê hikumetê AKP’ê ve hate asteng kirin. Em hêvî dikin ku sala 2014 an de ev pêvajoya aştiyane bighîje astekî, pirsgirêka Kurd çareser bibe û encam bigire.

Li Rojhilatê Kurdistanê ku pirsgirêkên ku hene bi dawî bibe û mafê gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê bê dayîn”

Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Omer, komkujiyên  ku li hember jinê tên lidarxistin nirxand û bi berdewamî wiha axivi; “Xalê pir girîng ew bû ku sala 2013  ji salên dîtir wekî salekî ku li hember jin pir qetliam çêbûn. Lê li beramberî vê tekoşînê jinan jî gihişte astekî bilind. Salê 2014’an bibe salekî jin bibe xwedî îrade û qetliamên ku li ser jinan heye bi dawî bibe.

Em hêvî dikin ku tekoşînên ku sala 2013’an de hatiye dayîn bi erenî encam bibe û salê 2014’an bibe saleke serkeftinê îradeyê gelê Kurd. Dîsa sala 2014’an bibe azadiya Rêber Apo û bi pêşengtiya îradeya Kurdan, îradeya gelên Rojhilata Navîn xurtir bibe”