Ji Hevserokên BDP’ê bo peyama Ocalan piştgirî

Ji Hevserokên BDP’ê bo peyama Ocalan piştgirî

Hevserokên Giştî yên BDP’ê Selahatîn Demîrtaş û Gultan Kişanak bi dorê ve di Newroza Amedê de axivîn û piştgirî dan banga Ocalan. Demîrtaş got: “Ji bo pêvajoya Ocalan bi ser bikeve çi ji destê me bê em dê bikin.” Kişanak jî got: “

Hevserokên Giştî yên BDP’ê Selahatîn Demîrtaş û Gultan Kişanak bi dorê ve di Newroza Amedê de axivîn û piştgirî dan banga Ocalan.

Hevserokê Gişti yê BDP'ê Sehehattîn Demîrtaş jî derket ser dikê û Newroz pîroz kir. Demîrtaş anî ziman ku di Newrozek wisa dirokî de Newroza aştiyê silav dike û wiha got: "We şeref da qada azadiyê. Îro peyama herî xurt hat dayîn. Em bi piştgiriya hemû gelê xwe li pişt vê pêvajoya aştiyê ne. Em ji bo destê Birêz Ocalan ê aştiyê li hewa nemîne ji bikeve ser milê me em dêbikin. Bi sedsalan e ev axa hesreta aştiyê ye. Îro di Newroza 21'ê Adara 2013'an heviya me ya aştiyê dîsa şîn û geş kir. "
Kişanak jî gel bi kurmanî, dimilî silav dikir û wiha got: "Gelê Tirkiyeyê û gelê Kurdistanê hûn bi xêr hatin. Newroz serhildan û berwedan e. Newroz azadiyê pîroz be. Hem hemû şehîdên ku ev roj bi beden û bedelên giran ava kirine silav dikin” û wiha domand:
“We ji bo mafê xwe di ber xwe da û ber bi azadiyê ve meşiyan û we ev roj ava kir. We berxwedana me pêş xist. Gotina we tevan îro Serokê Gelê Kurd Birêz Ocalan got. Li ser navê ciwan, jin, gelê kurd got. Em dê jibo pêdiviya vê sozê bêtir têbikoşin. We îro li vir dîrok nivîsand û hûn bûn şahidê dîrokê. Gelê Amedê û Kurdistanê ji bo vê pêvajoya nû amade ye. (Girseyê bi yek dengî got erê). Ji ber vê yekê lazim e em bi hev re bimeşin û heta dawîya emrê xwe jie bo aştiyê û çareseriyê û azadiyê û pêşeroja yekitiya azad bimeşin. Em soz didin gelê Amedê û Kurdistanê ku em heta dawî bi hev re bimeşin."