Ji Hevserokên BDP’ê ji bo malbata Muslim sersaxî
Ji Hevserokên BDP’ê ji bo malbata Muslim sersaxî
Ji Hevserokên BDP’ê ji bo malbata Muslim sersaxî
Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, ji bo Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û malbata wî re, ku di şerên li Rojava de kurê xwe winda kir, sersaxî xwestin.
Hevserokên Giştî yên BDP’ê Kişanak û Demîrtaş ji bo kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Şervan Mûslim ku duh di şerên li Girê Spî de jiyana xwe ji dest dayî peyama sersaxiyê weşand.
Di peyamê de wiha hat gotin; “ kurê we Şervan Muslim ji bo Rojava û azadiyê, di şerê parastina jiyana demokratîk de ku gavek şûnde ne maye, di vê tekoşînê de di refên herî pêş de cih girt, nûçeya şahadeta wî ya di şerê li Girê Spî ku li dijî çeteyên El Qaîdeyê de em pir xemgîn kirin.
Ji bo kurê we Şervan ku ji bo azadiya gelên Rojava û di rêya avakirina jiyanekî nû de ku bû rûmeta hemû gelên Kurdistanê ji Xwedê rehmê û ji bo kurdên li çar perçeyan dijîn sersaxî dixwazin. Em şehîdên Rojava weke şehîdên xwe dibînîn, bi soza ku girêdayî armanca wan a azadiyê bimînîn car din tînin ziman û li pêş tevayî şehîdên xwe bi rêzdarî xwe ditewînîn.”