Ji hêzên YPG/YPJ'ê li sê nuqteyan çalakî
Ji hêzên YPG/YPJ'ê li sê nuqteyan çalakî
Ji hêzên YPG/YPJ'ê li sê nuqteyan çalakî
Li gelek deverên herêma Kobanê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûn berdewam in. Di encamê de bêtirî 43 çete hatin kuştin. her wiha tankeke çeteyan hate rûxandin.
Çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê êrîşên xwe yên hovane didomîne. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji deverên şer wergirtine ragihand ku li girê girêdayî gundê Kurdî yê başûrê herêmê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de şer û pevçûn bi dijwarî rû dan. Di encamê de 20 çete hatin kuştin. her wiha hêzên YPG’ê li gundê Girê Meydan ê rojavayê herêmê çalakiyeke bi bandor li dijî baregehên çeteyan pêk anî. Di encama vê çalakiyê de 23 çete hatin kuştin. Li gundê Zerik yê rojavayê herêmê jî şervanên YPG’ê baregeheke çeteyan hedef girtin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, derbarê hejmara kuştiyên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. hêzên YPG’ê li gundê Qoşlî yê rojavayê herêmê jî tankeke çeteyan rûxandin.
Her wiha hate ragihandin ku di encama van pevçûnan de hêzên YPG’ê 6 çekên keleşnîkof, çekeke BKC û çekeke RBG desteser kirin û cenazeyên 6 çeteyan jî niha di destên şervanên YPG’ê de ne.
Şer û pevçûn di navbera her du aliyan de bi hemû dijwariya xwe berdewamin.