Ji HGP’ê bo gelê Silopiyê bang

Ji HGP’ê bo gelê Silopiyê bang

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bal kişand ser gotinên rastiya wan tune yên der barê gerîlayan de yê wekilê Şaredarê Sîlopiyê yê BDP’ê Husnu Yildirim ku ji BDP’ê hatibû îxrackirin û banga hestiyariyê li gel Silopiyê kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û got: “Husnu Yildirimê ku niha bi wekaletê şaredartiya Sîlopiyê dimeşîne, derbarê gerîlayên me de di nava gel de hinek îdia û gotinan belav bike. Tu rastiya îdia û gotinên vî kesî tune. Hemû ji derewan diqewime. Ev kes îradeya gelê me xesp dike û bi dizî bi AKP’ê re li hev kiriye û di nava gelê me yê Sîlopiyê de eşîrbûn û malbatan tîne hemberî hev û yektitiya me ya netewî xera dike. Em ji ber rêzdariya xwe ya li dijî gelê xwe yê welatparêz yê Botanê vê daxuyaniyê didin û em di vê mijarê de banga hestiyariyê li gelê xwe dikin.”