Ji HGP’ê bo gelê Silopiyê bang
Ji HGP’ê bo gelê Silopiyê bang
Ji HGP’ê bo gelê Silopiyê bang
Fermandariya HPG’ê balkişand ser gotinên rastiya wan tune yên der barê gerîlayan de yê wekilê şaredarê Sîlopiyê yê BDP’ê Husnu Yildirim ku ji BDP’ê hatibû îxrackirin û banga hestiyariyê li gel Silopiyê kir.
Fermandariya Biryargeya HPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û got: “Husnu Yildirimê ku niha bi wekaletê şaredartiya Sîlopiyê dimeşîne, der barê gerîlayên me de din ava gel de hinek îdia û gotinan belav bike. Tu rastiya îdia û gotinên vî kesî tune. Hemû ji derewan diqewime. Ev kes îradeya gelê me xesp dike û bi dizî bi AKP’ê re lihevkiriye û di nava gelê mey ê Sîlopiyê de aşîrbûn û malbatan tîne hemberî hev û yektitiya me ya netewî xera dike. Em ji ber rêzdariya xwe ya li dijî gelê xwe yê welatparêz yê Botanê vê daxuyaniyê didin û em di vê mijarê de banga hestiyariyê li gelê xwe dikin.”