Ji hikûmeta Frensî pêşnûmeya qanûnê ya nû ya 'dijî terorê'

Ji hikûmeta Frensî pêşnûmeya qanûnê ya nû ya 'dijî terorê'

Li Franseyê Wezîrê Navxweyî yê ji karkerên sosyalîst Manuel Valls ku bi taybetî li hemberî Romenan polîtîkaya hişk dimeşîne û rastî bertekan tê, ji bo welatiyên Frensî ku ji bo perwerdeyê bibînin çûne xeta Pakîstan-Efxanîstanê, bê darizandin pêşnûmeyeke qanûnê ya pêşiya darizandinê vebibe dê pêkşêş bike. Valls ku bi polîtîkayên xwe yên ewlehiyê dema Sarkoyz didomîne, bi pêşnûmeyê re hedef dike ku çavderiya telelfon û înternetê jî bi hêz bike.

Li gorî daxuyaniya ji Wezareta Navxweyî hatiye dayîn, Lijneya Wezîran di dawiya meha îlonê de dê pêşnûmeya ku hedef dike bi terorîzmê re têbikoşe, lêpirsîn bike.

Li gorî çavkaniyeke ku ji AFP’ê re axivî ev pêşnûme bi taybetî ‘ kesên li welatên biyanî di xebatên terorîzmê de cih girtibin û bi taybetî jî yên kul i ser xeta Efxanîstan –Pakîstanê di kampan de perwerde dîtine û vegeriyane Fransayê’ dê li Fransayê bên darizandin.

Qanûna dijî-terorê ya heyî ji xwe derfeteke mezin pêk tîne. Lê ligorî wezaretê hinek ji vê rizgar dibin. Ev pêşnûmeya kanûnê welatiyên Fransayê yên ku sûcê subayniyê dikin dê li Fransayê bên darizandin.

Aliyê herî bi hêz yê pêşnûmeyê eve k udi çarçoveya îdarî de şopandina girêndanan çêdibe. Bi îfadeyeke din bi înternet, diyarkirina cih û fatureyên telefonê pêk tên. di esasa xwe de ev rêbaz ji 2005’an heta niha heye.

Hate destnîşankirin ku ev pêşnûme di Wezareta Navxweyî û Wezareta Dadê de polîs û dozgerên dijî-terorê jî cih digirin û bi hevkariyan tê amadekirin.