Ji Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanî piştgiriya peyama Ocalan

Ji Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanî piştgiriya peyama Ocalan

Ji peyama newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re piştgiriyek jî ji Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê hat.

Polîtbûroya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan bi armanca piştgirî dayîna peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh daxuyaniyek ya nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Peyama birêz Abdullah Ocalan ku di cejna newrozê de hate xwendin, nexşerêya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurde ku di nava sedsalekê de li Tirkiyeyê ji ber siyaseta înkarkirinê ya rejîmên yek li pey yek, bû sedema bi deh hezaran qurbaniyan. Lewra jibo pêşxistin û guhertinên ber bi pêş yên herêmê kû xebatên gelê Kurdistan li Bakûrê Kurdistan bi xwe re aniye. Pêşkeşkirina vê nexşe riya birêz Ocalan pêwîstî bi piştgiriya hemû hêz û aliyên siyasî heye. Herwiha dewleta Tirkiye û hukumeta AKP'ê jî jibo mayînde û pêşketina vê pêvajoya aştiyane pêwîste pêngavên erênî û berbiçav bavêje."

Di dawiya daxuyaniyê piştgirî dayîna peyama Ocalan de wiha hate gotin: "Em ji aliyê xwe ve wek Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî didin peyama Ocalan û hêvî dikîn kû ev ji aliyê dewleta Tirkiye û aliyên Kurd ve wek stratejiyek bê dîtin û li gorî wê tevger bê kirin.