Ji Hukûmeta Herêma Kurdistanê bo Ocalan piştgirî

Ji Hukûmeta Herêma Kurdistanê bo Ocalan piştgirî

Piştgiriyek ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Hukûmeta Herêma Kurdistanê hat. Hukûmetê bi daxuyaniyekê piştgirî da peyama Ocalan û got: “Em destxweşî û piştgiriyê li wê pêngavê û her pêngavekê dikin ku çi ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê û çi jî ji aliyê PKK’ê ve ji bo çareserkirina aştiyane û demokrasî ya pirsgirêkê tê kirin, dikin.”

Hukûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da banga Ocalan a ku duh di Newroza Amedê de hate xwendin.

Di daxuyaniya hukûmetê wiha hat gotin:“Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya hewldanên aştiyê yên li Tirkiyeyê dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûbare dike ku wekî herdemê piştgirî dide her hewldanekî ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd li Tirkiyeyê. Di wê daxuyaniyê de peyama birêz Abdullah Ocalan ku di merasîma pîrozkirina cejna Newrozê de li Amedê hat xwendin û di nav de dawî li şer, şîddet û çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd dike, em erênî dinirxînin.”

Hukûmeta Herêma Kurdistnaê got: “Em destxweşî û piştgiriyê li wê pêngavê û her pêngavekê dikin ku çi ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê û çi jî ji aliyê PKK’ê ve ji bo çareserkirina aştiyane û demokrasî ya pirsgirêkê tê kirin, dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hag gotin: “Bi vê boneyê hikûmeta Herêma Kurdistanê carekî din radigihêne ku ji bo her alîkarî, piştgirî û rolwergirtina ji bo çareserkirina siyasî û aştiyane ya pirsa kurd li Tirkiyeyê amade ye. Em hêvîdarin ku hemû alî bi hewlên nehiştina şer, şiddet û proseya çareserkirina girêdanbûn û derfet ji bo wan hewldanan bê dayîn ku heta  em digihin encamên tên xwestin.”