Ji IMF’ê hişyariya krîza gerdûnî

Ji IMF’ê hişyariya krîza gerdûnî

Seroka Fona Pereyê Navneteweyî (IMF) Christine Lagarde ger welat mezinbûnek berdewam a aboriyê pêş nexin, dê di warê aborî, xirabkirina hawirdorê û pevçûnên civakî de cîhan bi krîzekê re rû bi rû bimîne.

Di dawiya vê mehê de dê civîna bilind a NY’yê li Rioyê pêk bê. Lagarde ku li Washingtonê ye, beriya vê civînê daxuyaniyek da û diyar kir ku li seranserê cîhanê zêdetir 200 milyon kes bê kar in û hejarî zêde bûye. Lagarde piştgirî da “Baca Kesk” ku yek ji rojeva civîna bilind a NY’yê ye

Lagarde bi bîr xist ku rêberên cîhanê beriya 20 salan li Rio de Janerio civiyan û ji bo nifşên nû bikarin baştir bijîn, biryar wergirtin û got ku ew ji bo xurtkirina biryardariya di warê geşedaneke dikare were berdewamkirin de diçin Rioyê.

Lagarde destnîşan kir ku krîza aborî ya niha li welatên Ewropayê heye, rê li ber guhertina germahiya global û pevçûnên civakî vedike. Lagarde bal kişand ku cîhan piştî Deprasyona Mezin, çar sal in li hemberî krîza aborî têdikoşe. Lagarden diyar kir ku li seranserê cîhanê zêdetir 200 milyon kes bê kar in û hejarî zêde bûye û ji dewlemendan xwest ku arezûya xwe ya ji bo dewlemendbûneke zêde deynin aliyekê.