Ji Înîsiyatîfa Gel a Colemêrgê banga tevlîbûna Newrozê

Ji Înîsiyatîfa Gel a Colemêrgê banga tevlîbûna Newrozê

Înîsiyatîfa Gel a Colemêrgê belavok belav kirin û ji bo pîrozbahiyên Newrozê  ya Colemêrg û navçeyên wê bang kir.

Înîsiyatîfa Gel a Colemêrgê derbarê pîrozbahiyên Newrozê de danezan li gel belav kirin û banga tevlîbûna mitîngên Newrozê kir. Di belavoka ku ji aliyê înîsiyatîfa gel ve hate belavkirin de wiha hate gotin: “Sala 2013’an ku em wek sala Qederê ya têkoşîna azadiyê ya ku bi sedsalane gelê Kurd dimeşîne, dbînin.  Îsal dê îradeya gelê Kurd û hêza awê mohra xwe li dîrokê bide. Gelê Kurd xwedî îradeya ku dê polîtîkayên qirkirinê yên  Komara faşîst a tirk û hikûmeta AKP’ê vala derxîneye. Em Newroza 2013’an de ji bo azadiya Rêber Apo û statûya welatê xwe Kurdistanê dê bi peyamên herî radîkal û bêhempa pêşwazî bikin. di pêvajoya dawî de di encama diyaloga di navbera serokatiya me û dewleta tirk de pêk hatiye, em ketine pêvajoyeke nû ya dîrokî.”

Di belavokê de li ser kontrol ali ser herêmê jî hat sekinandin û wiha hate gotin: “Di 2012’an de şerê gerîla yê şoreşger qezencên mezin bidest xist û artêşa dewleta tirk têk çû.  Hem berxwedana Rêber Apo û hem jî berxwedana zindanan û berxwedana gelê me zemîneke aştiyê afirandiye.  Azadiya serokatiya azadiya gelê me ye.

DIVÊ DIBISTAN BÊN BOYKOTKIRIN

Di belavokê de hat destnîşan kirin ku, divê dibistan bên boykotkirin û jiyan bê rawestandin û wiha hate gotin: “Em bang li hemû gelê Colemêrg û navçeyên wê dikin.  Gelê me yê welatparêz yên Colemêrg, Gever, Şemzînan, Çelê û Rûbarokê divê Newroza ji Serokatiyê re Azadî ji Kurdistanê re statû bigihînin armanca wê. Em wek gelê Colemêrgê divê heta Rêber Apo azad nebe têkoşîna xwe bilind bikin.  Divê em nîşanê hemû dost û dijiminan bidin ku Newroz destpêka jiyaneke azade.  Newroza 2013’an dê bide roja avakirina jiyaneke azad.  Her wiha ji bo mîtînga fînalê ya Newroza Amedê jî em tevlîbûneke bi hêz bikin.”