Ji Înîsiyatîfa Gel a Mêrdînê banga serhildanê li dîjî dîwarê şermê

Ji Înîsiyatîfa Gel a Mêrdînê banga serhildanê li dîjî dîwarê şermê

Înîsiyatîfa Gel a Mêrdînê  bang kir ku li himberî ‘dîwarê şermê’ yê dinavbera Nisêbîn û Qamîşloyê de tê lêkirin bihestyar bin.  Bang hat kirin ku her kes  beşkarî meşa  di 17 û 20’ê Cotmehê de ya ji Nîsêbinê heya sinorê Rojava li himberî lêkirina dîwar çêdibide bibin.

Înîsiyatîfa Gel a Mêrdînê daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku gelê Kurd li himberî dîwarê şermê yê dinavera Nisêbîn û Qamişloyê de tê lêkirin li dijî derkevin. Di daxuyaniyê de tê destnîşan kirin ku her roja ku diçe hîn zêdetir bandoriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê di destpê kê Bakûrê Kurdistanê û parçeyên din tê hîs kirin. Dixwazin bi vî dîwarê têlêkirin rêya bandoriya li ser Bakûr bigrin.

Di daxuyaniyê wiha tê gotin: “Faşima AKP’ê Çeteyên weke  Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û El- Nursayê yên tên wateya xiyaneta li himber misilmanetiya Hz. Mihemed bi weşane êrîşî li ser Rojavayê Kurdistanê dike. Dewleta mitînger a AKPê di xwaza bandoriya şoreşa Apociyan li gorî xwe di destpêkê de Bakûrê Kurdistanê rêya wê bigre.

Ji bo netewa Kurd tiştekî net heye, ew jî di sala 1925’an de bi plana Şark Islahat ya Îsmet înonu tan asimîleson û qirikina li ser Kurdan bi ser  neket. Kujerê Kurdan munafik Erdogan di xwaze vê planê bide jiyan kirin û bibe şefê faşistê yê duyem. Li rexmê mayînan, têlê û artêşek leşker vêcarê jî dixwazin di navabera Bakûr û Rojava de dîwan bikin. Ev pêkhatin, tê wateya Lozana ku bi têkoşîna Kurdan re bi erdê bûyî yeke yanî dixwazin lozanekî nû saz bikin. Bi vî dîwarî dixwazin derbas bûna şoreşa Rojava li Bakûrê Kurdistanê asteng bikin.”

Înîsiyatîfê balkişans li ser durpêçkirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û da diyar kirin ku wê ew yek bi ser nakeve.

Di destpêkê de bang li Mêrdîn, Riha, Şirnex û Dilokê û hemû gelê Kurdistanê hat kirin ku ‘şoreşa Rojava li Bakûr’ pêkbînin û serhildanê mezin kin. Înîsiyatîfa Gel a Mêrdînê  bang kir û got: “Bi teybet ji bo dîwarê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê neyê lêkirin di vê hemû gelê me beşdarî meşa 17 û 20’ê Cotmehê ya berbi sinorê Rojava ve bibin. Em rê nadîn ku bi dîwaran Kurdistanê ji hev parçe ke.”