Ji Înîsiyatîfa Gel a Silopiyayê ji bo Kobanê bang

Ji Înîsiyatîfa Gel a Silopiyayê ji bo Kobanê bang

Înîsiyatîfa Gel a Silopiya bi daxuyaniya nivîskî ya weşand, li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî  Kobanê bang li hemû pêkhateyan kir da ku tevlî berxwedana Kobanê bibin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin li pişt êrîşên çeteyên DAIŞ ên dijminê mirovahiyê yên li hember Kobanê Tirkiye heye û wiha hat gotin: “Çeteyên DAIŞ nêzî du salan e ji bo îradeya Kurdan bişkînin bi şêweyekî hovane êrîşî Rojava dikin. Gelê Kurd weke her demê li pêşberî êrîşên li dijî nirxên wan ên cewherî berxwedaneke mezin dimeşînin, polîtîkayên înkar û îmhayê yên hemberî gelê Kurd vala derxistine.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemberî hovîtiyên çeteyên DAIŞ ên her gund û cihê ketinê de di serî de jin û zarok, komkujiyan pêk tînin, cîhan bêdeng e û got ku rêxistina DAIŞ rêxistineke ji aliyê hêzên emperyalîst ve hatiye çêkirin a dijminê gelan e.

Daxuyaniyê de hat gotin ku wê gelê Kurd di her şert û mercî de li rex gelê Kobanê cihê xwe bigire û di serî de ciwan ji heft heta heftê salî banga bi ruhê seferberiyê xwedîderketina li berxwedana Kobanê li gel kir.

Înîsiyatîfê ji bo meşa sibe saet 17.00’an a li ber avahiya DBP’ê ya li Silopiyayê banga tevlîbûnê kir.