Ji Înîsiyatîfa Gel banga Amarayê
Ji Înîsiyatîfa Gel banga Amarayê
Ji Înîsiyatîfa Gel banga Amarayê
Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li hemû gelê Kurdistanê kir ku roja 4’ê Nîsanê ango Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Riha ku Ocalan lê ji dayik bûye bin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel pêvajoya ku Ocalan daye destpêkirin peywir û berpirsyartiyên gelê Kurd zêdetir bûne û bang li gelê Kurd kir ku li her deverê ku lê ne 4’ê Nîsanê Rojbûna Ocalan bi şahiyan pîroz bikin. Înîsitîfa Gelê Kurdistanê her wiha bang li hemû gelê Kurd kir ku roja 4’ê Nîsanê tevlî pevgihîna ku dê li Amarayê pêk bê bibin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bila hemû gelê me bizane ku pêvajoya ku Rêbertiya me daye destpêkirin berpirsyartî û peywira me mezintir kiriye. Têkoşîna me ya azadiyê di pêvajoya nû de kûrtir bûye, berfirehtir û zêdetir bûye. Tenê rêyek heye ku gihiştina serkeftinê ew e ku em sekna serhildana demokratîk a gelê xwe bidomînin.
Di çarçoveya vê rastiy de banga me ya ji bleê me wiha ye: Em agirê Newrozê bi hefteya Qehremanan bidomînin û em bang li her kesê dikin ku em roja 4’ê Nîsanê li landika mirovahiyê û xaka pîroz Amarayê hev bibînin.”
Înîsiyatîfê ku 4’ê Nîsanê weke roja ji nû ve jidayikbûna hemû mirovahî û gelê Kurdistanê bi nav kir û hat gotin: “Em bi vê perspektîfê 4’ê Nîsanê li her derê bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” bi şahiyên bi heybet pîroz bikin.”