Ji Însiyatîfa Gel a Amedê banga beşdariya li meşê

Ji Însiyatîfa Gel a Amedê banga beşdariya li meşê

Însiyatîfa Gel a Amedê, ji bo meşa sibê ya ji bo şermezarkirina perwerdeya bi yek zimanî, banga beşdariyê kir. 

Însiyatîfa Gel a Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku pêngava rizgariya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di Newroza Amedê de destpê kir, bi hewldanên yekalî dimeşin û got, "Beramberî hewldanên mezin ên Rêberê me hikûmeta AKP'ê û dewleta TC ti gavên berçav neavêtiye, berevajî bi bêexlaqî êrîşî nirxên me yên pîroz kirine.

Mînaka vê ya herî dawî, êrîşa li dijî Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç e, ku di encamê de gorên gerîla xera kirin û cenazeyê gerîlayê HPG'ê Egîd Sûrûç revandin."

Di daxuyaniyê de hikûmeta AKP'ê ji ber destdirêjiya li goran bi tundî hat şermezar û hişyarkirin û weha hat gotin: "Yên ku gorên me yên pîroz xera kirine, emê jî mejiyê wan xera bikin. Divê gelê me xwedî li nirxên xwe derkeve, heta ku hikûmeta AKP'ê lêborînê bixwaze, li qadên serhildanê be."

Însiyatîfa Gel a Amedê da xuyakirin ku Erdogan bi daxuyaniya xwe ya di got, "Perwerdeya zimanê dayikê di rojeva me de nîne", mejiyê xwe yê neçareserî, şoven û nîjadperest raxistiye berçavan û got, "Em weke gelê Kurd, vî mejiyê şoven ê zimanê me qedexe kiriye, şermezar û red dikin. Li hemberî vê yekê, emê zimanê xwe li her qada jiyanê bikar bînin û ji bo têkbirina mejiyê înkar û asîmîlasyonê emê daketin kolanan û bi berxwedanê mafê xwe yê perwerdeya zimanê dayikê bi dest bixin."

Însiyatîfa Gel a Amedê bang li gelê Amedê kir ku bi awayekî girseyî beşdarî meşa sibê ya li ber avahiya BDP'ê saet di 13.00'an de destpê dike, bibe. Însiyatîfê her weha bang li hemû malbatan kir ku ji 16'ê Îlonê roja vebûna dibistanan û pê ve, zarokên xwe hefteyekê neşînin dibistanan û boykot bikin.